MMO: Kana Şirnexê ne qaçax bû, bincil kirin 2017-10-18 17:19:46 AMED - Hevserokê Şaxa MMO ya Amedê Dogan Hatun, diyar kir ku tu bingeha rastiya daxuyaniya Wezîrê Enerjiyê ya der barê Kana Şirnexê te tune ye. Hatûn, anî ziman ku Kana Şirnexê ne qaçax e û wiha got: "Rastiya daxuyaiya wezîr tune. Ocak di 2017'an de dane îhaleyê. Ji venêrtinê re çav girtine û bincil kirine. Divê rê li pêş venêrtina saziyên bê alî vekin."  Şaxa Odeyên Endezyarên Madene (MMO) ya girêdayî Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirkiye (TMMOB), tekildarî hezana Kana Komirê ya Şirnexê ku 7 karker têde mirin, li avahiya Odeya Endezyarên Elektrikê (EMO) ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Nûnerên KESK, TMMOB û Boloka Kedê tev li civînê bûn. Hevserokê Şaxa MMO ya Amedê Dogan Hatun, daxuyanî da û diyar kir ku daxuyaniya Wezîrê Enerjiyê yader barê Kana Şirnexê de ne rast e û bê kok e. Hatun, diyar kir ku li Soma 301, li Ermenekê 18, li Sêrtê 16 û di sala 2014'an de li Şirnexê di 15 rojan de 5 karker mirin û wiha got: "Ji bo hikûmet li dijî qezayên kanan tedbîrê bigire me bidehan caran hikûmet hişyar kir. Me bi dehan caran hikûmet hişyar kir ku dê çawa bê kontrol kirin û venêrtin dê çawa bê kirin. Lê mixabin tedbîr nehat girtin û sûc davêjin ser kesên din. Li Şirnexê gelek karkerên ku mirina wan nehatine qeyd kirin hene. Kargeriya Komirê ya Tirkiye (TKİ) kanên komirê yên li Şirnexê ku aydî wê bûn rûhsatên wê di sala 2002'an de li hemberî ji sedî 5 rodovans dewir kirin. Piştî vê yekê hezan pêk hatin. Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê di sala 20077an de ji sedî 20 rodevans û ji sedî 3.5 bi şirîkatiyê li hemberî komirê dewrî Madenkariya Gelişê kirin. Wezareta Enerjiyê di sala 2013'an de da rawestandin û di sala 2017'an de dîsa ji bo TKİ bide xebitandin da îhaleyê. "    TEDBÎR NEHATIN GIRTIN   Hatun, anî ziman ku çavdêriyên teknîkî tev yên kevn in û wiha got: Li gel hemû hişyariyên me ewlehiya kar û tenduristiya kar qet li ber çavan nehat girtin. Li qada kergeriyê tê dîtin ku li dijî qezaya palya, pêpelok û tedbîr nehatin girtin. Sazî û dezgehên venertînê jî erka venertînê pêk neanîn "    Hatun, heri dawî anî ziman ku rastiya daxuyaniya Wezîrê Enerjiyê tune û wiha got: "Wekî ku wezir dibêje kan ne qaçax e. Li gel ku Qereqola Madenê kîlometreyek dûre tedbîr nehatine girtin û xebatê berdewam kiriye. Ne pêkan e ku ev bê agahî be. Divê hikûmet ji berpirsiyariya xwe nereve. Ji bo bûyerên bi vî rengî berdewam neke û tedbîr bên girtin divê rê li pêş saziyên bê alî yên venêrtinê bên vekirin."