Serdozger daxuyaniya 'qaçax' a wezaretê derewand 2017-10-18 14:27:18 ŞIRNEX – Sersozgerê Komarê Mehmet Patlak der barê hezana li Şirnexê de daxuyanî da û ev tişt got: "Heyeta pêzan a ji 3 kesan pêk tê li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî, lê rastî kaneke qaçax a komirê nehat." Wekîla bajêr Bîrlîk jî pirsa "Xwediyê kargehê yê esalî kî ye" ji Wezîrê Enerjiyê kir. Serdozgerê Komarê yê Şirnexê Mehmet Patlak duh der barê kana komirê ya hezan pêk hat de daxuyaniyek nivîskî dabû. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku di Kana Komirê ya Hejmar 1 de hezan pêk hatiye û 7 karkeran jiyana xwe ji dest daye, karkerek jî birîndar bûye û di beşa lezgîn de tê dermankirin.   DOZGERÎ: HILBERÎNA QAÇAX TUNE   Di daxuyaniya der barê hezanê de hat gotin ku "Serdozgerê Komarê û heyeta pêzan a ji 3 kesan pêk dihat, li cihê bûyerê lêkolîn kirine, lê der barê hilberîna qaçax de rastî tu tiştekî nehatine, fîrmaya bargiriyê ya ku qala wê tê kirin, di çarçoveya amadekariyên hilberîna fîrmayê de xebatên xwe dewam dike."   Di daxuyaniya serdozgeriyê de hat diyarkirin ku otopsiya karkeran temam bûye û cenaze teslîmê malbatên wan hatine kirin û ev tişt hat gotin: "Der barê bûyerê de 6 rêveberên fîrmayê û 2 xebatkar hatine binçavkirin, di çarçoveya rapora pêzan de dê der barê kesên bi qisûr ên din de jî lêpirsîn bê destpêkirin."   WEZARET: KIRARIYA KU HATIYE KIRIN QAÇAX E   Wezîrê Çavkaniyên Tabbî û Enerjiyê jî duh di daxuyaniya xwe de aşkera kiribû ku kirariya (işlem) hatiye kirin qaçax e. Di daxuyaniya teqes a wezaretê de ev agahî hatibû dayîn: "Qada madenê ya ku qeza lê pêk hatiye, ji ber ku di warê kirarî û ewlehiya kar de xetereyan di xwe de dihewîne, di sala 2013'an de ji hêla Miduryeta Giştî ya Karên Madenê (MÎGEM) ve xebatên wê hatine rawestandin. Qada ku qeza lê qewimî ye, der barê destûra xebatê de tu tuşt tune. Ev kirarî kirariyeke qaçax e."   Hat diyarkirin ku Walîtîya Şirnexê di sala 2014'an de giştînameyek derxistiye der barê herêma ku qala wê tê kirin û xebatên kanên komirê de, ji ber kêmasiya ewlehiyê destûr nehatiye dayîn ku xebat li wir bê kirin.   DEMA ÇAY VEDIXWARIN   Ugur Kabak ê di binê hezanê hat derxistin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê di beşa leşgîn de tê girtin, rewşa wî giran e. Hat gotin ku hezan di dema molaya çayvexwarinê de pêk hatiye û vê yekê jî rê li ber karesateke hêj mezintir daye girtin.   FÎRMAYEKE DIN XWEDÎ DESTÛRNAMEYÊ YE   Li gorî agahiyan li herêmê 6 kanên komirê hene û destûrnameyên van kanan jî di destê mirovên dewlemend ên herêmê de ne û Mehmet Emîn Acar yek ji van hat diyarkirin. Kana ku hezan têde pêk hat, tê gotin aydê fîrmaya taşeron a b navê Ozmagrur e û ev firma jî bi şirketa aydê Acar re peyman çêkiriye û li vir xebatan dimeşîne. Hat destnîşankirin ku Acar ji van fîrmayên taşeron ku li herêmê xebatan dikin, beşekî ji wan digire. Li ser van îdiayan, Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, ji bo Wezîrê Tabîî û Enerjiyê Berat Albayrak bibersivîne pirsname da Meclisê.