Karkerên Fernasê hatin binçavkirin 2024-09-17 12:56:44   ENQERE - Di roja 23’yemîn a çalakiyê de polîsan êrişî karkerên Şîrketa Anonîm a Înşaetê ya Fernasê kirin û gelek karker hatin binçavkirin.    Karkerên şîrketa Madenvaniyê ya Fernasê ya li navçeya Somayê ya Manîsayê ku ya Parlementerê AKP’ê Ferhat Nasiroglû ye, piştî bûn endamên Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) ji kar hatin derxistin. Karkeran jî li dijî vê dest bi çalakiyê kirin û çalakiya wan îro di roja 23’yan de berdewam kir. Karkeran xwestin li pêşiya Şîrketa Anonîm a Înşaetê ya Fernasê daxuyaniyê bidin.    Karkeran xwestin bi muxatabekî şîrketê re hevdîtinê bikin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û gefa binçavkirinê lê hate xwarin. Karkerên li dijî vê li ber xwe dayin, ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin.    Ji karkeran Fuat Dalgiç derket ser stûneke ceyranê ya li hemberî şîrketê û çalakiya xwe domand.    Rageşiya li pêşiya şîrketê berdewam dike.