TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45 2024-06-03 11:29:44   ENQERE - TUÎK’ê enflasyona meha gulanê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê enflasyon di meha gulanê de ji sedî 3,7 û li gorî ENAG’ê jî bû ji sedî 5,66.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha gulanê eşkere kirin. Li gorî TUÎK’ê, enflasyon di meha gulanê de ji sedî 3,37 û enflasyona salane jî bû ji sedî 75,45.    ENAG: ENFLASYONA MEHANE JI SEDÎ 5,66    Li gorî daneyên ENAG’ê; bihayê mezêxeran li gorî mehek berê di meha gulanê de ji sedî 5,66 zêde bû. Enflasyona salane jî bû ji sedî 120,66.