'Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn kedkaran temsîl nake' 2023-12-14 09:02:18   MÊRSÎN - Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku sendîka û kardêrên xwedî raye yên di nava Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn de kedkaran temsîl nakin û got: "Ev komîsyon ji karkeran re dibêje 'hikûmet çi bêje em ê wê bikin.'"   Çavê kedkarên ku ji ber krîza aborî, enflasyona zêde û hêza kirînê ya her roj kêmtir dibe, li diyarkirina mûçeya kêmtirîn a sala 2024'an e. Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn di vê çarçoveyê de di 11'ê kanûnê de bi mazûvaniya Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Di civînê de li ser navê kardêran Konfederasyona Komeleyên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK) û li ser navê karkeran jî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) cih digirin. Civîna duyemîn a komîsyonê dê di 18'ê kanûnê de bê lidarxistin.   Kemal Goksoy   'SEDEMA VÊ DÎMENÊ DESTHILATA AKP'Ê YE'   Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê ya girêdayî DÎSK'ê Kemal Goksoy diyar kir ku Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn 5 jê ji hikûmetê, 5 jê ji kardêran û 5 jê jî ji nûnerên sendîkayên nêzî desthilatê ji 15 kesan pêk tê û got ku di nava komîsyonê de temsîlkarên kedkaran tune ne. Aksoy wiha axivî: "Ev komîsyon ji karkeran re dibêje 'hikûmet çi bêje em ê wê bikin.'" Goksoy bi bîr xist ku weki DÎSK'ê li ser navê karkeran daxwazên wan hene ku mûçeyê kêmtirîn 3 mehan carekê bê nûkirin. Goksoy bal kişan ser gotinên Serokkomar Erdogan ku gotibû “Jixwe hûn jî dizanin zêdekirina mûçeya kêmtirîn salê carekê ye. Bi zemeke ji bo carekê ev kar diqede. Me heya niha nehiştiye welatiyên me di bin enflasyonê de bieciqin û em ê nehêlin jî" û got: "Sedema vê dîmenê desthilata AKP'ê ye."    'RÊJEYA MÛÇE NAYÊ DIYARKIRIN'   Goksoy îşaret bi wê yekê kir ku wan berê jî li dijî zêdebûna enflasyonê daxwaza zêdekirina mûçe kiriye, lê di vê qonaxê de wekî DÎSK'ê ji ber guhertina rêjeyên enflasyonê yên rojane nikarin mûçeyê diyar bikin û got: "Niha li gorî daneyên dawî, li Tirkiyeyê sînorê xizaniyê 45 hezar TL ye, yê birçîbûnê di ser 14 hezar TL ye. Anku li gorî daneyên TUÎK, Turk-Îş û DÎSKAR'ê; ger 45 hezar TL bikeve mala malbateke ku nifûsa wê 4 e, ew malbat feqîr e. Ev mûçe tenê hejmareke zarûrî ye. Her çend ev hejmar tên zanîn jî, ne maqûl e ku mûçeya kêmtirîn a nû di bin vê hejmarê de be. A rast li vî welatî divê 22 hezar û 500 TL ne mûçeya kêmtirîn û ya teqawîtbûnê be jî.   Goksoy bang li malnişînan kir ku ji bo mûçeyê kêmtirîn dakevin qadan.