2 karkerên li Nîgdeyê ketin tanka kîmyewî jiyana xwe ji dest dan 2023-12-13 13:08:34   NÎGDE - Li Nîgdeyê ji 3 karkerên ku ketin tanka kîmyewî ya kargeha gazozan a li Herêma Senayî ya Organîzeyê 2’yan jê jiyana xwe ji dest da.    Di saetên serê sibê de li kargeha gazozan a li Herêma Senayiyê ya Organîzeyê (OSB) ya Nîgdeyê cînayeta kar çêbû. Karkerên bi navê Dûrbûş Cebenay, Ûfûk Kiliçarslan û Farûk Sert ên li kargehê paqijiya qazanan dikin, ketin tanka ku madeyê kîmyewî tê de bû. Hevalên wan ên rewş ferq kir, tîmen tenduristiyê û agirkujiyê agahdar kirin.    Tîmên ku sewqî kargehê hatin kirin, piştî ku karker ji tanka ketinê derxistin bi ambûlansan birin nexweşxaneyê. Ji karkeran Dûrmûş Cebenay û Ûfûk Kiliçarslan ên hatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku rewşa Farûk Sert jî gelek giran e. Cenazeyê karkeran ji bo otopsiyê rakirin morgê.