Fatûre li gorî par 3 qat zêde bûne 2023-12-06 09:05:45   WAN - Li Wanê ku dinya sar bûye welatiyan diyar kir ku fatûreyên ceyran û gaza xwezayî li gorî par 3 qat zêde bûne û ew bi fikar in ku ev yek bihatir bibe.    Ji bajarên herêma Serhedê li Wanê ku zivistanên wê dijwar derbas dibin, fatûreyên ceryan û gaza xwezayî yên ewil hatin birîn. Welatiyan diyar kir ku fatûreyên wan ên ku par di heman mehan de dihatin 500 TL bûn, lê îsal sê qat zêde bûne û bûne hezar û 500 TL.   SÊ QAT ZÊDE TÊ   Dîlan Bîçakçi anî ziman ku beşeke mezin ji meaşê xwe dide fatûreyan û wiha got: "Berê pirsgirêkên wiha tune bûn. Tevî ku ez xwendekara perwerdehiya ji derve me jî ji bo debara malbata xwe bikim dixebitim, lê em di ber vê bihabûnê re nagihên. Ez bi tu awayî nikarim debara xwe bikim. Hemû pere tenê ji bo malê û fatûreyan diçe. Heqê ceyran û gaza xwezayî niha firiyaye. Par me 500 lîre heqê gazê dida, lê niha hê berf nebariyaye min hezar û 500 lîre da. Îjar bifikire dê di zivistanê de çawa bê. Bi fikar im ku herî kêm 5 hezar TL bê."   FATÛREYA GAZA XWEZAYÎ HEZAR Û 800 TL   Dikandar Emrah Gul jî diyar kir ku fatûreyên zêde barê wan giran dikin û got: "Dahata me têra lêçûnên me nake. Ji ber vê yekê em di warê aborî de zehmetiyan dikişînin. Tevî ku hewa hê sar nebûye jî, fatureya gaza xwezayî li derdora hezar û 800 TL'yî hatiye. Pereyê ku em qezenc dikin têra metbaxê jî nake. Her wiha ceryana min hezar û 150 TL hatiye. Gava dinya tam sar bibe dê fatûreyên gaza xwezayî û ceyranê 2 hezar TL'yî derbas bikin."   BERTEKA NÎŞANÎ DESTHILATÊ DA   Naîf Colemerg bi lêv kir ku desthilat welêt ber bi "xelayê" ve dibe û got: “Her roj her tişt biha dibe. Desthilatê piştgirên xwe dewlemend kir û yên ku ne alîgirên wê ne mehkûmî birçîtiyê kiriye. Vê mehê ceryana mala min hezar û 900 TL hat. Saetên me danîne ser dîregan, em nizanin em çi qas ceryanê xerc dikin. Ger di vê mehê de ev qaszêde be, dema ku hewa sar bibe dê hîn zêdetir bibe. Mirov di rewşeke pir dijwar de ne. Em ê çawa di vê rewşa bêkariyê de bijîn û heqê fatûreyên xwe bidin?"   Ayşe Ozdemîrê jî diyar kir ku di warê aborî de zehmetiyê dikişînin û wiha got: "EM di warê debarê de zehmetiyê dikişînin. Meaşê ku ez distînim jî têra min nake. Ez ê niha çawa alîkariya malbata xwe bikim? Ez û birayê xwe bi hev re dixebitin, lê em nikarin debara xwe bikin. Şert û mercên jiyanê pir zehmet in û em nikarin tiştekî bi dest bixin. Ez 18 salî me, ez nikarim biçim zanîngehê. Ji ber ku ez neçar im li birayên xwe xwedî derkevim. Em mehan e 3 hezar û 500 TL fatûreya ceyranê didin. Em tenê dikarin bi hatina min heqê fatûreya elektrîkê bidin."    ‘FIYETÊ KOMIRÊ 10 HEZAR TL DERBAS KIR'   Fazil Çavaş jî diyar kir ku bihayê toneke komirê 10 hezar TL derbas kiriye û got: “Em nikarin debara xwe bikin, nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Ji ber buhabûnê û qeyranan her kes ketiye tengasiyê. Ger zem rawestin, belkî mirov karibin debara xwe bikin, lê ev jî tune. Par fatûre di navbera 600 û 700 TL'yî de dihatin. Lê îsal fatûre ji hezar û 500 TL'yî ne kêmtir in. Dema hewa sar bibe fatûre dê 3 hezar TL jî bên. Gel di rewşeke pir dijwar de ye."   Dikandar Fazil Kaya ku ji ber fatûreyên ceyranê bi fikar e wiha got: “Fatûreya ceryanê ya dikana min 660 TL, fatûreya ceyrana mala min jî 750 TL hat. Carinan digihîje hezar TL'yî. Di zivistanê de wê hîn zêdetir be. Em nikarin li hember fatûreyên bilind jî îtîraz bikin. Nerazîbûnên me bê encam dimînin. Bi taybetî ceyran û gaza xwezayî zêde ye. Tenê vê mehê fatûreya min a gaza xwezayî hezar û 600 TL hat. Em ê çawa bi vî rengî debara xwe bikin?"    Ji welatiyan Salih Oner jî wiha got: “Par min mehane 2 hezar TL heqê gaza xwezayî dida. Lê dê îsal zêdetir were. Ji ber ku kar tune ye dayîna van fatûreyan ji bo mirovan pir zehmet e. Par fatûreya gaza xwezayî di navbera 500 û 700 TL'yî de bû, îsal dê bibe 5-6 hezar TL. Kirê ji xwe firiyaye. Ev zem dê bidomin."