Kedkarên Ozak Tekstîlê tevî dorpêçê li ber xwe didin 2023-11-30 13:06:48   RIHA - Kedkarên Ozak Tekstîlê, tevî dorpêça leşkeran têkoşîna xwe ya ji bo mafên sendîkayê, di roja 4’emîn de didomînin.    Karkarên Ozak Tekstîlê yên di 1’emîn Herêma Senayiya Organîzeyê (OSB) de dixebitin, çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê, bi daxwaza vegerîna ser kar ên hevalên xwe yên ji ber zext û gefan ji kar hatine dûrxistin, didomînin. Çalakiya karkeran ên li pêşiya avahiyê kargehê dane destpêkirin, di roja 4’emîn de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Çerm û Dirûnê yên Tekstîla Yekgirtî (Bîrtek-Sen) Mehmet Turkmen û Parlementera Partiya Kedê (EMEK) ya Dîlokê Sevda Karaca jî tev li çalakiya karkeran bûn.    Leşkeran serê sibê li pêşiya avahiyê kargehê sekinin û bi hinceta “qedexeya walîtiyê” xwestin çalakiyê asteng bikin. Leşkeran derdorê kargehê dorpêç kirin lêbelê karkeran tevî dorpêçê çalakiya xwe domandin.    Karaca ya EMEP’î di çalakiyê de axivî û ev tişt gotin: “Karkerên Ozak Tekstîlê biryara xwe ya sendîkayê dan û bûn endamên Bîrtek-Sen’ê. Ji ber karsazek îradeya hilbijartina sendîkayê qebûl nekir, karkerek ji kar hat avêtin. Ew jî li dijî vê yekê ev 4 roj in di çalakiyê de ne. Walî li cem karsaz cih girt û ji bo çalakiyê biryara qedexeyê da. Tevî qedexeyê jî karker îro jî hatin têbikoşin. Sibê jî servîsa karkeran, karker neanîn vê derê. Karker bi derfetên xwe hatin vê derê.”   Çalakiya karkeran berdewam dike.