Polîsan piştî pîrozbahiyê êrîş kir û du kes binçav kir 2018-05-01 17:50:12   ENQERE -  Li Eneqereyê piştî bidawîbûna pîrozbahiyên mitînga 1'ê Gulanê polîsan êrîşî kedkarên ku ji hev belav bûn kir û 2 kes binçav kirin.   Li Enqereyê komeke ku piştî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li qada Tandoganê dixwest ber bi Kızılayê ve dimeşiyan, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan alên di destê komê de kir hincet û mudaxaleyî komê kir. Polisan ji komê 2 kesan binçav kir û li wesayîteke zirxî siwar kir û bi xwe re birin.