Li Beşîktaşê mudaxeleya Taksîmê: 20 kes binçavkirin 2018-05-01 11:08:22 STENBOL – Komek xwest ji Beşîktaşê derkevin Qada Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz bikin, rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan 20 kes binçav kirin.  Endamên Partiya Rizgariya Gel (HKP) bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bikin xwestin bimeşin Qada Taksîmê. Endamên serê sibê li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê li hev kom bûn, ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Polîsan pêşiya meşê girt. Di navbera komê û polîsan de demek kurt rageşî qewimî. Polîsan mudaxeleyî koma ku di çûyîna Taksîmê de bi israr bû kir.    Hat zanîn ku 20 kes hatin binçavkirin. Li Beşîktaşê sekna bi rageşî dewam dike.