Rezervasyon tên betalkirin, turîzmvan bêhêvî ne 2018-05-01 09:02:35 MÛGLA - Turîzmvanên Bodrûmê ku di bin şert û şirûtên Rewşa Awarte de dest bi serdema nû kirin, diyar kirin ku rezervasyonên tune ne û îsal jî tu hêviya wan tune ye. Otelvan Huseyîn Ozturk got: "Piştî şerê Efrînê û krîza hilbijartinê rezervasyon hatin betalkirin."  Li Tirkiyeyê bi germbûna hewayê re serdema turîzmê jî dest pê kir. Turîzmvanên ku di şert û şirûtên Rewşa Awarte (OHAL), krîza aborî û hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de dest bi serdemê kirin diyar kirin ku îsal jî tu hêviya wan tune ye. Li gorî daneyên Komeleya Otelvanên Bodrûmê (BODER) di navbera Çile-Tîrmeha 2016'an de 258 hezar û 869 turîst hatine bajêr û di heman serdema 2017'an de jî 251 hezar û 414 turîst hatine bajêr. Turîzmvanên Bodrûmê di serdema Çile-Adarê ya 2018'an de bi 3 hezar û 817 turîstan dest bi serdemê kirin. Lê belê turîzmvan ji ber hilbijartina zordest û krîza aborî ya welat îsal jî bêhêvî ne.    Huseyîn Ozturk ku li Bodrûmê karê turîzmê dike, diyar kir ku li gorî sala çûyîn wan îsal bi awayekî nebaş dest bi sezonê kiriye. Ozturk bi lêv kir ku 3 salin rewşa turîzmê nebaş e û hilbijartina 24'ê Hezîranê dê bi awayekî neyînî bandorê li wan bike. Ozturk destnîşan kir ku turîst yeko yeko rezervasyonên xwe betal dikin û ji ber qûra dowîzî rewşa turîzmê ne baş e. Ozturk diyar kir ku her çend ew kampanyayan li dar bixin jî odeyên wan vala dimînin û got: "Em çi qasî erzan dikin jî, vala ye. Dema Rewşa Awarte diêrj bû. Rewş nebaş e. Mirov ditirsin. Her sal tiştek bandorê li turîzmê dike. An bombeyek diteqe, an erdhej çêdibe an jî hilbijartin çêdibe. Her sal tiştek tê serê me. Rojekê jî rayedarên dewletê negotine 'ka zirara we çî ye?' Niha jî hilbijartin heye. Dîsa jî em di zirarê de ne. Kesî negot ka li Bodrûmê çi diqewime, rewşa aboriyê çî ye. Dê dîsa jî nebe, hêviya me tune ye." Ozturk, anî ziman ku kes nayê Bodrûmê û got: "Esnaf, otelvan feryad dikin. Serdema nû dest pê kir. Dibêjin rewş baş e, lê hemû derew in. Niha odeyên me vikî vala ne."    REZERVASYON TUNE NE   Ozturk, diyar kir ku bêrîkên turîstên xwecihî vala ye û êdî daxistin jî fêde nake. Ozturk anî ziman ku ji roja ku li Tirkiyeyê şer dest pê kiriyen heta niha rayedarên dewletê li ser herkesî hikm dikin û ji ber vê turîst nayên. Ozturk bi lêv kir ku rezervasyon qediyane û got: "Hejmara biyaniyan pir kêm e. Li gorî sala çûyîn me pir xirab dest bi serdemê kir. Sala çûyîn di meha Nîsanê de ji sedî 10 turîst li otela me bûn, lê niha ji sedî yek jî tune ye. kesên rezervasyon kirin jî ji ber şerê Efrînê û krîza aborî rezervasyonên xwe betal kirin."    ‘HER SAL XIRATIR DIBE'    Xwediyê otelê Taner Laçîn jî, diyar kir ku hema bêje 3 salin xweşikî turîst nayên Tirkiyeyê û her sal rewşa turîzmê xirabtir dibe. Laçîn anî ziman ku ji ber polîtîkayên derve û hundurîn rewşa welat xirabtir dibe. Otelvan Erhan Yilmaz jî, diyar kir ku êdî wan hêviya xwe taloqî piştî hilbijartinê kiriye û got: "Eger wisa biçe dê rewş xirabtir bibe." Yilmaz anî ziman ku li welat Rewşa Awarte heye û dema şer tune be jî dema Rewşa Awarte tê dirêjkirin û got: "Turîstên biyanî jî ji ber rewşa welat ne ewle ye nayên." Bariş Kaya ku li Bodrûmê turîzma yatê dike jî destnîşan kir ku li Bodrûmê turîzma yatê qediyaye.