'Di zagonên xwezaye de qedexe tune ye' 2018-04-26 09:30:50   COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên wê 3 salin qedexeyên ku dewam dikin, careke din jî dema wan hat dirêjkirin. Serokê Komeleya Xwezayê ya Cîlo Trekîngê Fîkret Yaşar bertek nîşanî qedexeyan da û anî ziman ku di zagona xwezayê de qedexe tune ye û 3 salin cotkarî, turîzm û sporên xwezayê darbeyeke mezin dixwin.    Serokomar Recep Tayîp Erdogan gotibû ku ew ê dawî li qedexeya li ser zozanên li Colemêrg û navçeyên wê bîne. Lê belê di ser vê soza wî re 4 meha derbas bûn û ji dêvla ku dawî li qedexeyan bê di 23’yê Nîsanê de dema qedexeyan careke din hat dirêjkirin.  Serokê Komeleya Xwezayê ya Cîlo Trekîngê Fîkret Yaşar bertek nîşanî dirêjkirina dema qedexeya li ser zozan da û got ev qedexe zirar didin cotkarî, sewalkarî, turîzm û sporên xwezayê û divê demildest dawî li qedexeyan bê.    Yaşar diyar kir ku 2 salin komeleya wan nikare li navend û navçeyên Colemêrgê li gelek cihan bigere û got: "Gevera ku bi hilweşandineke mezin re rû bi rû ma, li derdora wê bi dehan noqteyên polîsan hatine çêkirin. Tax û navenda bajêr ji wesayîtên zirxî û polîsan xalî nabe. Dixwazin vê yekê heta Çarçela, Satî, Doskiyan, Cîlo û Oremarê dirêj bikin. Dema tu cihê ku gel lê bêhna xwe vedide bigirî, dç geş koç bike. Ji xwe armanca wan ew e ku gel koç bike. Eger ne wisa be, nexwe bila dawî li qedexeyan bînin. Wê çaxê em ê bibînin ka çi qas gel tê.”    BERIYA QEDEXEYAN TURÎZM BAŞ BÛ   Yaşar anî ziman ku aboriya bajar bi turizmê pêş ketibû, lê ji ber qedexeyan ev rewş ji holê hatiye rakirin û got: “Ji ber polîtîkayên ewlehiyê li bajar jiyan qediyaye. Eger qedexe tune bûya dê ji bajarên Tirkiyeyê û hemû cîhanê welatî bihatana vira. Di 2013'an de dema ku qedexe tune bû em diçûn cihê ku qedexe tune bû. Bi komên mezin re em diçûn û me pereyekî zêde jî dida. Weke zincîrekê her kesî para xwe ji vî pereyî digirt. Niha ji ber astengiyan dev ji hatina pere berdin pere heyî jî diçe.”    BERÎ QEDEXEYAN TU PIRSGIRÊK TUNE BÛNE   Yaşar desnîşan kir ku ji ber qedexeyên li ser zozanan jî gundiyên ku debara xwe bi sewalkariyê dikirin niha bê heywan mane û got: "Ji bo qedexeyan wekî hincet 'ewlehî'yê nîşan didin. Lê em çûne gelek cihan, heta niha tu tişt nehatiya serê me. Ne em tenê gundiyan jî nedîtiye. Cihên ku niha ji ber ewlehiyê, qedexe li wan hatiye îlankirin, beriya qedexeyan bi hezaran mirov diçûn wan û tu zirar nedidîtin.    Yaşar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di zagona xwezayê de qedexe tune ye û got: "Bila dewlet, çiya, zozan û xwezaya me ji me re bihêle. Xweza zirarê nade tu kesî jî. Çend roj berê em çûn Çiyayê Şîşolê ku qedexe lê tune ye û me govend gerand. Em dixwazin li Çarçela, Satî, Doskiyan, Cîlo û Oremarê jî bi awayekî azad govendê bigerînin. Gel jî vê yekê dixwaze.”