Rapora ÎSÎG’ê: Di tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2023-08-07 13:06:49   STENBOL - Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê ya der barê cînayetên kar, di meha tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan.    Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar a meha tîrmehê eşkere kir. Li gorî raporê, di tîrmehê de 182 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin ku cînayetên kar herî zêde li Stenbolê pêk hatine. Li gorî raporê, ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 159 ji wan zilam û 23 jî jin in.    CÎNAYETÊN KAR ÊN LI GORÎ KARAN    Di raporê de hat gotin ku bi rêjeya ji sedî 31'ê ve herî zêde karkerên çandiniyê û daristanê jiyana xwe ji dest dane. Hat desnîşankirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 10 jê zarok û 8 jî penaber bûn.    Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku ji mirinên heyî ji sedî 29 jê ji ber qezayên trafîkê, ji sedî 19 jê ji ber perçiqînê û ji sedî 12 jî ji ber ketina ceyranê jiyana xwe ji dest dane.