Ji ber ‘kota’ya qeymeqamtiyê esnaf li ber îflasê ne 2017-10-11 09:12:06 AGIRÎ – Qeymeqamtiya Bazîdê, ji bo Deriyê Sînor ê Gurbûlakê “kota”yek diyar kir. Ji ber vê sepandina kotayê niha bi sedan esnaf li ber îflasê ne.  Li Bazîda Agiriyê, ji ber sepandina kotayê ku Qeymeqamtiya Navçeyê daniye ser Deriyê Sînor ê Gurbûlakê, gelek esnafên pasajan li ber îflasê ne. Esnafên ku berê her roj diçûn Îranê û eşya dianîn, niha ji ber biryara ku qeymeqamtî daye tenê mehê 10 roja dikarin biçin û bên. Her wiha berê li ser eşyayan jî kota tune bû, lê niha ji bo eşyayan jî kotayek hatiye diyarkirin. Li gor kotaya ku hatiye dayîn kesek tenê dikare 3 pakêt cixare û 2 kîlo çayê bîne. Esnaf dibêjin, divê qeymeqamtî dev ji vê biryara xwe berdin.     ‘EM SERFETIHÊ JÎ NAKIN’   Mehmet Kandemir ku 4 sal in li Pasaja Vînayê esnaftiyê dike wiha got: “Berê me her sibeh saet di 5’an de dikanên xwe vedikirin. Heta 8’ê êvarî me hemû eşyayên xwe difirotin. Lê niha hundurê pasajê vikîvala ye. Gelek esnaf êdî dikanê xwe venakin. Qeymeqam kota danî ser eşyayên ku ji sînor tên. Berê mirovan bi rihetî ji Îran, Çînê eşya dianîn. Lê niha heta ku TIR’ek eşyayan tîne 7-8 meh derbas dibin. Ev jî ji bo me cihê xisareke mezin e.”    ‘LEŞKER DEST DATÎNIN SER EŞYAYÊN ME’    Kandemir, anî ziman ku heta du sal berê jî mirov her roj diçûn Îranê û dihatin û wiha domand: “Mirov rojê 50 lîreyî qezenc dikirin û debara xwe dikirin. Lê niha çûn û hatin ji mehekê daxistin 10 rojan. Mirov 10 rojan diçin, 20 rojî jî li malê betal in. Eşyayên ku ji Îranê tînin jî, leşkerên li ser sînor dest datînin ser wan. Yanî her ku diçe rewşa me xerabtir dibe.”    Esnafê bi navê Riza Şîmşek, anî ziman ku nêzî sal û nîvekê ye ku bazirganî li ber qedandinê ye û ji ber kotaya ku li deriyê sînor hatiye dayîn esnaf li ber îflasê ne. Şîmşek, dest nîşan kir ku 30 sal in ew esnaftiyê dike lê cara ewil e ku ew bi krîzeke aborî ya bi vî rengî re rû bir û maye.    Şîmşek, diyar kir ku heta 2 sal berê jî wî pêlîstok, çay, cixare û hwd. ên dikana xwe di nav rojekê de difirotin, lê belê di demên dawî de êdî ew serfetihê jî nakin. Şîmşek, dest nîşan kir ku ji ber ku tiştekî ew bikin tune ye ji mecbûrî li ber dikanê rûdinên.    ‘QEYMEQAMÊ NAVÇEYÊ KARÊ ME QEDAND’    Ramazan Îsmaîlogullari ku 5 sal in li pasajê esnaftiyê dike jî, diyar kir ku ji ber kotaya ku qeymeqam daniye ser deriyê sînor, ew bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû mane. Îsmaîlogullari wiha axivî: “Berê me eşyayên dikana xwe di rojekê du rojan de diqedandin. Lê niha roj heye em serfetihê jî nakin. Ji ber qeymeqamê navçeyê karê me sekinî. Heta salek berê jî mirov rojê du caran di sînor re diçûn û dihatin. Lê niha mehê tenê 10 rojan dikarin biçin û bi serde kota jî danîne ser eşyayan. Berê tiştek wisa tune bû. Berê hem maliyet hem jî bac kêm bû. Lê niha hem maliyet zêde ye û hem jî çûnhatin zehmet bûne.”    MA / Mahmut Ruvanas