Ciwan dest ji çandiniyê berdidin! 2023-07-05 09:02:52 RIHA -  Li Hewagê ji ber polîtîkayên ku dilê ciwanan ji çandiniyê sar dike, niha kesên çandiniyê dikin temenê wan li dor 55 salan e. Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewagê yê berê Fûat Almas diyar kir ku ji bo domdariya jiyana li navçeyê û domdariya çandiniyê, divê ciwan bên teşwîqkirin.    Li navçeya Hewagê ya Rihayê, ji ber polîtîkayên çandiniyê yên desthilatê gelek kesan dest ji cotkariyê berdaye. Li gorî daneyên sala 2022'yan, serjimariya navçeyê 52 hezar û 680 ye. Lê her diçe hejmara ciwanan kêm dibe û kesên li navçeyê çandiniyê dikin temenê wan li dor 55 salan e. Tê diyarkirin ku divê ji bo ciwanan çandinî bê teşwîqkirin.    Celal Doner (19) ku piştî kutakirina zanîngehê vegeriya taxa xwe Karacaorenê û çandiniyê dike anî ziman ku piraniya hevtemenên wî ji ber fikara siberojê terka navçeyê kirine. Doner bilêv kir ku li navçeyê êdî hejmara cotkarên ciwan pir kêm bûye û wiha got: "Hevtemenên min dîtin ku nikarin bi çandiniyê tenê debara xwe bikin. Ji lew re mesrefên çandiniyê zêde ne. Her ku mesref zêde dibin, domandina jiyanê jî ew qasî zehmet dibe. Kesên li vir çandiniyê dikin, ji bo karibin debara xwe bikin û ji navçeyê neçin li ber xwe didin."   ‘ÇÛYÎN NE ÇARE YE'   Doner bal kişand ser çareseriyên alternatîf û wiha domand: "Divê kooperatîfek bê avakirin. Bi taybetî jî divê Odeya Çandiniyê piştgiriya ciwanan bike. Ya herî girîng jî şaredarî ne. Divê di warê mazot û gubre de piştgiriya cotkaran bê kirin. Banga min ji bo ciwanan ev e; çûna metrepolan û derveyî welêt ne çare ye. Ger wiha bidome, dê jiyan li vir nemîne."    Cotkar Hasan Dînçoglû (22) jî ku li Taxa Kargiliyê dimîne, diyar kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî dest ji warê xwe bernedaye û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku ji warê xwe hez dikim, li vir im. Gava em çandiniyê dikin jî em bedêlekê didin. Lê ji bo jiheqderketina van tiştan, divê em bên cem hev û pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin."    Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewagê yê berê Fûat Almas jî da zanîn ku niha temenê kesên ku li navçeyê çandiniyê dikin li dor 55 salan e û got ku ji bo domdariya jiyana li navçeyê û domdariya çandiniyê, divê ciwan bên teşwîqkirin. Almas bilêv kir ku polîtîkaya çandiniyê ya dewletê cotkaran bera ber bazirgan û selefxuran daye û wiha pê de çû: "Dewlet tenê li mesrfan mêze dike. Lê divê ji bo hilberînê jî rêyekê peyde bike. Ez 58 salî me û li gundê me cotkarê herî ciwan ez im. Tenê di 2 salan de 5 hezar ciwan çûn Ewropayê. Li vir ciwanên ku çandiniyê bikin nemane. Ger wiha biçe dibe ku em bi krîza zexîre re rû bi rû bimînin. Feraseteke 'bila çavê gel venebe' û wan mehkûmî xwe dike heye. Halbûkî ger cotkar bên teşwqîkirin, dê zarokên wî cotkarî şûna wî bigirin û dê hilberîn bidome. Lê ger ev polîtîkayên 'Mehkûmkirinê' bidomin, em ê bibin pêgirtiyê derve."    Almas destnîşan kir ku divê ji bo cotkarên ciwan prîmên Bagkurê bên dayîn, krediya bêfaîz bê dayîn, ekîpmaneke modern bê peydekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî." Ji bo ciwanan proje divên. Li Hewagê jî ji bo xwedîderketina li cotkariyê divê kooperatîfek bê avakirin. Ger kooperatîf bê çêkirin dê berhem bi erzanî neçin."    MA / Ceylan Şahînlî