Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir 2023-07-04 09:11:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din 2 TL û 11 qirûş zem li bihayê benzînê hate kirin.    Piştî liv û tevgera di dovîzê de, ji bo bihayê motorîn û benzînê jî li pey hev zem hatin kirin. Herî dawî jî şevê din ji bo bihayê benzînê 2 TL û 11 qirûş zem hate kirin.    Ji îro ve bihayê lîtreya benzînê li Stenbolê derket 26,19 TL’an, li Enqereyê derket 26,64 lîreyan û li Îzmîrê jî derket 26,67 lîreyan.