Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye 2023-06-27 09:23:01   ENQERE - Aborîzan Mûstafa Altintaş destnîşan kir ku ji bo ku aboriya Tirkiyeyê baş bibe, ji dêvla polîtîkayên rojane, divê rêveberiyeke li ser esasên planan hebe û got: "AKP, temînata xizantiyê ye."    Piştî ku Bankeya Navendî faîzê 15 puanan zêde kir, kûra dowîzan dîsa zêde bû. Dolar 26 lîreyan û Euro jî 28 lîreyan derbas kir. Aborîzan Mûstafa Altinaş têkildarî kûra dowîzan ku piştî zêdekirina faîzê jî zêde bûye û nebaweriya bi rêveberiya aboriyê axivî.    Altintaş destnîşan kir ku piyase vê nediyariya rêveberiya aboriyê bi awayekî guman pêşwazî dikin û got: "Erdogan di NAS û dogmayên xwe de bi inyad e."   TEMÎNATA XIZANIYÊ AKP YE   Altintaş destnîşan kir ku ji bo başkirina aboriya Tirkiyeyê, divê dest ji polîtîkayên rojane bê berdan û got ku divê rêveberiyeke li ser esasên planan esas bê girtin. Altintal wiha axivî: "AKP ku bi tena serê xwe bû desthilat û 22 sal in vê weziyeta xwe diparêze, berevajî sozên xwe yên di warê jiholêrakirina xizaniyê de tevdigere û bi ser de xizaniyê zêdetir dike. Ev xizaniya ku her diçe zêde dibe, bûye temînata AKP'ê. Tirkiye ketiye 'dafika meaşê kêm' ya ku bi sînorê birçîbûnê re tê pêşbazîkirin û di vî sînorê de tê hejandin."    ABORIYA HILBERÎNÊ   Altintaş destnîşan kir ku ji bo xelasiya ji krîzê pêdivî bi pêngaveke şoreşger heye û got: "Heya ji aboriya sedeqeyê derbasî aboriya hilberînê neyê kirin, rojên xwe û siberojeke bihêvî ne pêkan e."    Altintaş destnîşan kir ku helwesta Erdogan a "Nas"ê vala derketiye û rewşa heyî jî teza Erdogan ku dibêje "ez aborîzan im" pûç kiriye.    MA / Yusra Batihan