Kûra dolar û zêr zêde dibe 2023-06-26 20:30:01   ENQERE  - Dolar bû 26,05 û Euro jî bû 28,06. Xirama zêr jî bû hezar û 600 lîre.    Piştî ku Bankeya Navendî faîzê ji sedî 15 zêde ki kûra Dolar, Euro û Zêr zêde bû. Îro lîreyê tirk li hemberî dolar ji sedî 3 bê qîmet bû û dolarek bû 26.05 TL. Euor yê ku duh 27,61 lîre bû îro bû 28,06 lîre. Her wiha xirama zêr jî ji hezar û 571 lîreyî bû hezar û 614 lîre.