Li Edeneyê banga 1’ê Gulanê: Werin em wêneyê pêşerojê xêz bikin 2018-04-18 13:04:04 EDENE - Platforma Ked û Demokratiyê li Edeneyê, di çarçoveya amadekariyên 1’ê Gulanê de, banga tevlîbûnê kir û got: “Ji bo em bi kedek mezin wêneyê pêşerojê xêz bikin, werin em beşdarî 1’ê Gulanê bibin.” Platforma Ked û Demokrasiyê li Edeneyê, bi boneya 1’ê Gulana roja Cejna Karkeran bi dirûşmeya  “Ji bo temînata kar, ked, aştî, azadiyê, ne OHAL, demokrasî û ji bo rojên xweş haydê em herin 1’ê Gulanê” dest bi amadekariyan kirin. Civîn li avahiya Şaxa Egîtîm Senê pêk hat û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.     Li ser navê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Serokê Şaxa SES’ê ya Edeneyê Muzaffer Yuksel di civînê de axivî û wiha got: “Em karker, xebatkarên çemawerî, endezyar, plangerên bajêr, bijişk, kedkar, bêkar, jin, zilam, ciwan, pîr, kal û zarok dê roja 1’ê Gulanê li qadan bin. Emê bi awayekê bi heybet bên gel hev. Em li  vê derê dixwazin diyar bikin ku emê mil bi mil rêxistinbûyîna xwe ava bikin.”   ‘DI 1’Ê GULANÊ DE LI QADAN BIN’   Yuksel, da zanîn ku dê roja 1’ê Gulanê saet 17.30’an de li ber Qada Ugur Mumcu (li ber Garê) kom bibin û mîtîngê li dar bixwin. Yuksel da zanîn ku dê hunermend Mustafa Ozarslan jî beşdarî mîtîngê bibe û wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû gelê xwe yê Edeneyê dikin ku ji bo em bi kedek mezin wêneyê pêşerojê xêz bikin, werin em beşdarî 1’ê Gulanê bibin.”