Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye 2018-04-18 12:47:33 ENQERE - Aborînas Prof. Dr. Erol Katircioglu, bal kişand ser niqaşên li ser aboriyê û krîza ku îro di qada aborî de rû dide û wiha got: "Ger ku îro di nava civakê de mirov ji ber pirsgireka aborî xwe bişewitînin, ne tenê ji ber sedemên aborî ne. Di heman demê de sedemên siyasî heye. Hesp nexweş e û êdî nikare bimeşe."  Aborînas, Prof. Dr. Erol Katırcioglu, tekildarî krîza abori ku îro li Tirkiye dibe pirsgirêka sereke nirxandin kir. Katircioglu, krîza abori ku îro rû dide şiband wekî hesb û suyarê hespê û wiha got: "Wekî ku hesê di piyê wî de pirsgirêk hebe û suyarê wî, wî bi zorê bide meşandin e. Li şûna suyar pirsgirêka piyê hesp çareser bike û piştre bide meşandin, kamçiyan lê dide û bi zorê dide meşandin. Ev li Tirkiye dişibe îktîdara ku xwe li gorî hilbijartina 2019'an girtiye û teqeta wê nemaye ye. Li şuna aboriyê rawestîne û pirsgirêkan çareser bike, bê navber ‘krediya nefesêi', ‘teşvîka bi piştgiriya projeyan" û gelek projeyên din hewl dide bi zorê bide meşandin. TUÎK'ê di sala 2017'an de diyar kir ku Tirkiye bi qasî 7.4 mezin bûye. Lê ev mezinbûna 7.4 a di qada aboriyê de nine. Ji qada îktîsadî zêdetir bi çavkaniyên qada siyasî ne. Di aboriya Tirkiye de pirsgirêk hene û ev pirsgirêk her ku diçe mezintir dibe. Îktîdar li şuna pirsgirêka aborî çareser bike, bêtir kamçiyan lê dixe û bi zorê dide meşandin. Piştî vê pirsgirêkê sermayedarên biyanî êdî xwe ji Tirkiye vedikişînin. Hinek sermayedarên biyanî ji ber bendewariya ku faîza dolar û euro zêde bibin, hinek ji wan jî ber bendewariya rêveberiya otorîter a piştî OHAL û hilbijartina 2019'an xwe ji piyasa Tirkiye vedikişînin. Di rojên dawî de nêzî 2 milyar dolar sermaye ji Tirkiye derketiye derve. Ji ber vê yekê lîrayê Tirk (TL) li hemberî dolar û euro qîmeta xwe winda kiriye.    'HESP NEXWEŞ E'    Katircioglu, da zanin ku hemû mesele êdî hesp nexweş e û nikare bigêje armanca xwe û wiha berdewam kir: "Hesp nexweş e. Di piyê hesp de pirsgirêk heye. Lê îktidar vê yekê wekî pirsgirêka xwe nabîne. Ji ber vê yekê serî li rêbazên cuda dide. Li pereyê germ digere. Her ku çide bêtir bi derve tê girêdan. Di sibatê de bi 1.4 milyar dolar mal ji derve stendin."    'SIYASETA WELATÎ BI TIRKÎ BI AXIVIN'   Katircioglu, da zanîn ku pirsgirêk ne tenê sedemên aborî ne û wiha bi dawî kir: "Qada aborî herî zêde ji siyasetê bi bandor dibe. Di parvekirin û belavkirina hatina çavkaniyên aborî de jî pirsgirêk hene. Dema AKP hat ser îktîdarê di parvekirina hatinê de hin guhertin çê kiribûn. Lê di salên dawî de em dibînin ku ev hevsengî xera bûne. Her çend ev parvekirina hatinê wekî pirsgirêka aborî xuya bibe jî di esasê xwe de pirsgirêk siyasî ye. Ger ku îro mirov xwe dişewitinin pirsgirêk ne tenê aborî ye, pirsgirêk di heman demê de siyasî ye. Êdî hatiye vê astê ku siyaseta ‘Welati bi tirkî biaxive" li ser welatiyan ferz dike. Ji ber vê yekê jî nerazîbûna derdikeve holê jî asayî ye."    MA / Selman Guzelyuz