'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in' 2023-06-22 09:01:27   MELETÎ - Li Meletiyê rêncberên mişmişan diyar kirin ku îsal berdarî pir kêm me û gotin ku yên kedê didin rêncber in û yên qezenc dikin jî hinardekar in.    Li Meletiyê ku li gor dîrokê 5000 sal in li vî bajarî çandiniya mişmişan tê kirin û bi mişmişên xwe bi nav û deng e, ji ber erdhej, zîpik û sermaya îsal berdariya mişmişan kêm bûye. Îsal kêmbûna berdariya darmişmişan bandor li debara rêncber, fîrmayên ku mişmişan difroşin û karkêran jî kir. Mişmiş ku di demsala biharê de tên çandin û heta 4 salan mezin dibin, gelek mesref û kedê dixwazin. Krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî, mesrefa mişmişan 3 an jî 4 qatan zêde kiriye. Ji aliyekî ve erdhej, zîpik û serma û ji aliyê din ve jî krîza aborî derbeyeke mezin li rêncberên mişmişan xist. Rêncberên mişmişan ku bi ked û mesrefeke mezin mişmişan digihînin, nikarin heqê keda xwe wergirin.   Tevî krîza aborî û gelek pirsgirêken wekî erdhej û avhewayê ku li Meletiyê qewimîn jî Waliyê Meletiyê Hûlûsî Şahîn daxuyand ku li gor texmîna wan dê rekolteya mişmişên hişk îsal 77 hezar û 170 ton be. Lê rêncberên mişmişan û bazirganên mişmişan ku em bi wan re axivîn, diyar kirin ku îsal berdariya mişmişan pir kêm bûye.    BERDARÎ KÊM E   Li gundê Memurek ê navçeya Batalgazî ya Meletiyê rêncberê Abûzer Onay anî ziman ku ew ji zaroktiya xwe ve vî karî dike û li gor berê îsal berdariya mişmişan pir kêm e. Onay diyar kir ku îsal ji ber nexweşiya monolyayê darên mişmişan hişk bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nav vê zeviya me de jî dareke me ya mişmişan hişk bûye. Nexweşiya monolyayê kulîkên daran û daran hişk dike. Îsal daran pir mişmiş negirt. Li cihekî ji sedî 30 girtine li cihekî jî qet negirtine. Debara milet li ser mişmişan e, lê îsal mişmiş jî çênebûn. Ji ber vê divê li ser mişmişan lêkolîn bê kirin ku pêşî li nexweşiya mişmişan û kêmbûna wan bê girtin. Gelek kes debara xwe bi mişmişan dikin, ji ber vê jî divê li ser mişmişan bê sekinandin."  'MIŞMIŞ NIKARIYÊ MASRAFA XWE DERXÎNE'   Onay bal kişand ser meserefa mişmişan û wiha pê dê çû: "Di sala 4 an jî 5'an de dar mişmişan digirin. Ji biharê divê meriv mişmişan biçîne. Heta mezin dibin, divê meriv wan salê 4 an jî 5 caran derman bike. Dermanê ku pêşî li hişkbûna darê digre em jê re dibêjin Baqir. Me îsal tona wê bi hezar TL'yî girt. Par bi 450 TL'yî bû, her tişt biha bûye. Dermana herî erzan ku par me bi 30 TL'yî digirt, niha bûye 150 TL. Dema payîz hat jî divê meriv guliyên zêde yên darê jêbike. Her wiha cotkirin, gubre û gelek ked û mesrefê dixwaze. Heke mişmiş çêbibin mesref dertê, lê dar mişmişan negire mesref dernayê. Berê dema mirov mişmişpên xwe difirotin, dikaribûn ji xwe re zeviyekê bikirin, lê niha ne wisa ye. Mişmiş mesrefa xwe dernaxin."   'LI VIR BI 90 LÎREYÎ LI QIBRISÊ BI 300 LÎREYÎ'   Onay destnîşan kir ku krîza aborî jî bandor li ser debara rêncberên mişmişan dike û ev tişt gotin: "Ji ber krîza aborî tu kes nikare debara xwe bi mişmişan bike. krîza aborî jî girêdayî desthilat û rêveberên dewletê ye. Divê di vê krîza aborî de xwedî li rêncberên mişmişan bê derketin. Debara Meletiyê li ser mişmişan e. Bazirganiya mişmişan li gundan dest pê dike û heta derveyî welêt diçe. Ji ber vê divê qîmeta mişmişan bê zanîn. Yên ku kedê didin rêncber in, lê bazirgan karê dikin. Min par kîloya mişmişan bi 90 lîreyî firot, lê ez çûm Qibrisê min pirsî bi 300 lîreyî ye. Yanî ew qas ferq heye. Divê dewlet vê yekê bişopîne û rê nede ku bazirgan li gor xwe fiyatê diyar bikin. Em tiştekî naxwazin, em tenê dibêjin bila keda me berhewa neçe."   'REKOLTEYA KU WALÎTIYÊ DIYAR KIRIYE NE RAST E'   Emrah Agçelîk ku 6 sal in karê dan û standina mişmişan dike bal kişand ser daxuyaniya Waliyê Meletiyê Hûlûsî Şahîn ku gotibû "rekolteya mişmişan a îsal bi texmînî 77 hezar û 170 ton e' û der barê gotinên walî de û berdariya mişmişan a îsal de ev tişt anîn zimên: "Di rastiyê de hejmareke wisa ya mişmişan li Meletiyê tune ye. Ev ne rast e. Bi vê daxuyaniyê fiyetê mişmişan jî wê bikeve û ev jî wê bandor li ser rêncberên mişmişan bike. Ez ji rêncberên mişmişan dikirim û difroşim fîrmayan. Ji ber vê jî ez her tim li nava zeviyên mişmişa me. Îsal tu hejmareke mişmişan a wisa li Meletiyê tune ye. Erdhej, zîpik û nexweşiyê zerareke mezin da mişmişan û îsal daran pir mişmiş negirt."    KED A RÊNCBERAN E, LÊ YÊN QEZENC DIKIN HINARDEKAR IN'   Agçelîk di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ked a rêncberan e, lê hinardekar (Îxracatkar) qezenc dikin û wiha got: "Rêncber heta mişmiş digihên ked û mesrefeke mezin didin. Lê yên qeznec dikin hinardekar in. Ji bo ku ev bêedaletî ji holê rabe divê rêncberên mişmişan di nav xwe de birêxistin bin. Heke birêxistin bin dikarin bi xwe fiyetan diyar bikin. Heke em birêxistin bibin em dikarin pêşiya vê yekê bigrin, yan na wê wiha bidome."    MA / Mahmût Altintaş