Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket 2023-06-16 14:31:05   STENBOL - Çalakiya karkerên li Ataşehîrê ji bo mafên xwe bi dest bixin têdikoşiyan bi ser ket.    Karkerên di Şantîyeya Fînansê ya Halkbankê ya di bin banê Koma Şîrketên Îzomasê û fîrmayên YDA de dixebitîn, ji bo mafên xwe yên tazmînata qidemê, heqdestê karê zêde, mafê bêhnvedanê û ji bo ku mûçeya wan li ser sîgorteya wan bê razandin li pêşiya avahiyê firmayê yê Ataşehîrê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya bi pêşengtiya, Sendîkaya Devrîmcî Yapi, Înşeat û Rê (Dev Yapi-Îş) û Sendîkaya Karkerên Înşeatê (Înşaat Îş) dabû destpêkirin di roja 5’emîn de bi ser ket.    Dev Yapi Îş û Înşaat Îş têkildarî çalakiya bi serketinê bi encam bûye ev daxuyanî belav kirin: “Dîsa bi hev re, mil bi mil em bi ser ketin. Rayedarên Koma Şîrketên Îzomasê xwestin bi me re hevdîtin pêk bînin û di encama hevdîtinê de jî daxwazên me hatin qebûlkirin. Ji ber çalakiyên me bi serketinê bi encam bûn, me jî çalakiyên xwe yên li pêşiya Emlak Konut û Palladiûm Towerê bi dawî kir.”