Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe 2023-06-15 09:03:56 AMED - Ajokarên mînîbusan diyar kirin ku qezenca wan tevek ji bo sotemeniyê diçe û wiha bertek nîşan dan: “Heta ku ev ser serê me bin dê halê me ev be.”    Piştî hilbijartina kur bilind bû û bi vê yekê re ji bo bihayê benzîn û motorînê jî zem hate kirin. Bi zemên dawî re di sala 2023’yan de bihayê benzînê ji sedî 23 û yê motorînê jî ji sedî 1 zêde bû. Li Amedê bihayê lîtreya benzînê bi 25.02 û yê motorînê jî bi 23,34 lîreyan tê firotin.    Zemên tên kirin ji ewil jî bandorê li ajokaran dikin. Ajokarên mînîbûsan ên Amedê diyar kirin ku êdî nema dikarin xwe li ber zemên tên kirin bigirin.    QEZENC BO PETROLÊ DIÇE   Ji ajokarên mînîbûsê Mahmût Erîk anî ziman ku nîviya qezenca wan ji dest wan çûye û wiha got: “Pereyê em di nava rojê de digirin êvarê didin petrolê. Ji bo wesayîtê, ajokar tiştek namîne. Ji xwe SSK’ên lastîk, bac û ajokar bi serê xwe ne. Parçeyên wesayîtan tu kes nikare bikire. Mesfrefa heyî li me bûye barekî giran. Hemû kes ji neçariya xwe êdî dê dev jê berde. Wesayît a min e lê heke wiha biçe ez ê qontakê bigirim. Nikarim ji bin derkevim. Ez ji bo kontrola rûn diçim, 6 hezar lîre dixwazin. Tenê lêniherîna rûnê motorê. Ji bilî parçe, bac, SSK, bandrola wesayîtê û muayeneya bandrola wesayîtê. Jixwe sotemenî serê xwe girtiye çûye. Pirsgirêka me ya herî mezin jî sotemenî ye.”    BANDORA LI PEY HEV   Erîk, diyar kir ku li rawestgeha lê dixebite 20 plaka vaka disekinin û wiha pê de çû: “Tu kes nikare bide xebitandin. Tu kes kirê nake. Heke hûn îro nekarin pereyan qezenc bikin, ma hûn dê plakaya wesayîtê kirê bikin? Heke wiha bidome dê esnaf xwe paşve bikişîne. Ev çerx girêdayî hev digere. Heke ez îro xwe ji vir vekişînim dê esnafên din ên li vir jî nekarin bixebitin. Yê din jî dê nekare û dê hemû kes jê bandor bibe.”    ‘YÊN KU JÊ BANDOR DIBIN GEL E’   Ajokar Hakan Başkan jî destnîşan kir ku tu qezenca wan nîne û ev tişt anî ziman: “Xuya bû ku dê piştî hilbijartinan zeman bikin. Em hewl didin debara xwe bikin lê nabe. Ji neçarî dê wiha bidome û yên ku dê jê bandor bibin jî gel e. Em ê ji neçarî bihayê hatin û çûnê zêde bikin. Nexwe em nikarin xwe xelas bikin. Lewma jî gel jê bandor dibe. Em niha dixebitin lê heta êvarê ji bo pereyê mazotê dixebitin. Niha me xelas nake.”    ‘VEGUHSTINÊ XELAS NAKE’   Ajokarê mînîbûsê Seyfettîn Çakar jî wiha bertek nîşanî zemên tên kirin da: “Her tim ji bo mazotê zem dikin. Beriya niha jî biha bû. Ji bo hilbijartinê hinek daxistin lê dîsa zem kirin. Veguhestin, bi van fiyetan nikare xwe xelas bike. Heke heqê rê bibe 10 lîre, dê gelê me mexdûr bibe. Heta ku ev ser serê me bin dê halê me ev be. Em bi zor û zehmet li malbata xwe dinêrin. Ez li 8 kesan dinêrim. 3 xwendekarên me hene.”    ‘EM YEWMIYEYÊ WERNAGIRIN’   Veysel Kaya jî got ku ev nêzî 30 sal in ajokariyê dike û wiha axivî: “Ji ber bihabûna mazotê em nikarin yewmiyeyê wergirin. Ne tenê ajokarên mînîbûsan lê bandorê li her kesî dike. Mercên jiyanê pir zehmet bûne. Em bi zor û zehmet zikê xwe têr dikin. Ez li 4 kesan dinêrim. 2 xwendekarên min hene.”