Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê 2023-06-14 10:03:51 STENBOL - Aborînas Mûstafa Sonmez diyar kir ku bi rabûna dovîzê re dê rêjeya enflasyonê ji sedî 60 zêdetir bibe û piştî meha hezîranê de pêleke nû ya zemê dest pê bike.   Beriya hilbijartinên serokkomarî û yên giştî dolar bi 19,57 lîreyan dihat firotin û piştî hilbijartinan jî nêzî 24 lîreyan bû. Aborînas Mûstafa Sonmez têkildarî rabûna dolarê û bandora wê ya li ser piyasayan nirxand û rabûna dolar weke “krîza sermayeyê” nirxand. Sonmez, got ku ev rewş dê bandorê li enflasyonê bike û rê li ber zemên nû veke.    Sonmez, diyar kir ku dihat texmînkirin ku piştî tûra duyemîn a hilbijartina 28’ê Gulanê dolar pir rabe lê wisa nebûye û wiha pê de çû: “Ji bo dolar bikeve, gelek hewl didin. Piştî ku dovîz rabû, berhemên îthalat û îxracatê zêdetir bûn. Ev yek jî rê li ber enflasyona zêde vedike. Ji ber ku zext tê kirn ku bihayên dovîz û faîzê nerabin, sermayeya biyanî nayê Tirkiyeyê. Ji bo çerx bigerin divê sermeyaya biyanî teqez were welêt. Bi anîna Şîmşek re dixwazin baweriyê bidin sermayeya biyanî. Ji bo hatina biyaniyan, fiyetê dolar bilind kirin. Li hêla din jî li hundir faîzan bilind dikn û dixwazin biyaniyan bînin welêt. Heke biyanî bên welêt, dê dovîz zêde bibe û dolar bikeve. Hêviya wan ev e lê ev tenê senaryoyeke.”    Mûstafa Sonmez   PÊLEKE ENFLASYONÊ YA NÛ   Bi domdarî Sonmez gotina Şîmşek a “bingeha rasyonel” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev sepan dê ji ewil bi xwe re enflasyonê kêm neke. Berevajî vê dê pêleke nû ya enflasyonê bîne. Ji ber ku dema dolar bû 25 dolar dê lêçûna her tiştên îthal zêde bibe. Ev jî dê bi xwe re zêdebûna enflasyonê bîne. Ji ber ku faîz bilind dibe jî dê maliyeta krediyan zêde bibin û fîrma di bikaranîna krediyan de zehmetiyan bikişînin. Mezêxer dê di bikaranîna krediyan de zehmetiyan bikişînin û ev yek dê bike ku daxwaz kêm bibe. Her ku daxwaz kêm dibe jî aborî dê li şûna xwe bisekine. Li rexekî enflasyona zêde li rexa din dê aborî li şûna xwe bisekine. Dê bihayê tiştan zêde bibe û mirov nekarin bikirin. Anku bi kurtasî dê stagnasyon çêbibe.”   ‘DÊ FÎRMAYÊN BIÇÛK JI HOLÊ RABIN’   Di berdewamê de Sonmez anî ziman ku ji bo pêkhatina polîtîkayên Şîmşek divê ji ewil serûbinbûnek çêbibe û hinek kes maliyeta vê bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dê bedela vê jî çîna herî jêr  a civakê bide. Fîrmayên ne li gorî vê pergalê tevdigerin jî dê îflas bikin. Yên îflas nekin jî dê neçar bimînin ku karkeran ji kar derxînin. Dê bûdçe gelek li kêmiyê bide. Ji bo vê jî dê bacên nû bînin, di lêçûn bisînor bikin. Ev jî dê bandorê li xizanan bike. Gelek fîrmayên biçûk ên dê nekarin krediyan bikişînin dê bibin pariyê fîrmayên mezin. Li hêla din ne bawerim Hafîze Gaye Erkan bikare ji bo aboriya Tirkiyeyê guherînên bingehîn bike. Ji ber ku dê bi tena serê xwe karekî neke. Di kadroya Şîmşek de ye û dê bi wî re tevbigere. Dê hewl didin senaryoya demek berê min gotî pêk bînin. Anku Erkan li kulubeya cîgiran tê sekinandin. Erdogan vê peyamê dide Şîmşek; ‘kadroya min li wir e, gavên xwe li gorî wê biavêjin.’ Rewşekî wiha sosret afirandin.    Tiştên di aboriya Tirkiyeyê de diqewimin, krîza sermayeyê ye. Ji vê krîzê herî zêde dê çînên jêr bibandor bibin. Ev çîn jî dikarin bi rêya sendîkayan û rêxistinên mezêxeran bikevin nava tevgerê. Heke xwe birêxistin nekin dê nekarin xwe ji vê serûbinbûnê xelas bikin. Dê faîz zêde bibin. Ji bo vê jî divê nîşaneyên qezencê bidin sermayeya biyanî. Bi rabûna dolar re pêla zemê bi meha hezîranê re dest pê kir û dê bidome. Dibe ku di mehên pêş de enflasyon bibe ji sedî 50-60. Weke me gotibû, ya ku tê kirin operasyoneke. Em nizanin bê ka dê li gorî senaryoyê pêk were yan na. Lê yên ku dê ji vê senaryoyê bibandor bibin, çîna jêr e.”   MA / Esra Solîn Dal