Karkerê trênê lê xistî jiyana xwe ji dest da 2023-06-13 15:02:06   STENBOL - Li ser rêgeha Marmaray Zeytînburnu-Yenîmahalleyê trênê li xebatkarê rêhesinê Vedat Guçtekîn da. Di qezayê de Guçtekîn jiyana xwe ji dest da.    Li ser rêgeha Marmaray Zeytînburnu-Yenîmahalleyê dema xebatkarê rêhesinê Vedat Guçtekîn dixebitiya, trênê lê da. Di encamê de Guçtekîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.