Şaxên zeytûnan di dest wan de man 2018-04-17 09:28:02 MANÎSA – Abdulcabbar Oral ku li Akhîsarê hilberîneriya şaxên zeytûnan dike, ji ber hêza kirînê ya gundiyan kêm bûye, şax di dest wî de mane.  Li Tirkiyeyê herî zêde darên zeytûnan li navçeya Akhîsar a Manîsayê ne. 14 milyon darên zeytûnan li Akhîsarê hene. Lê belê ji ber rewşa aborî ya li Tirkiyeyê û zêdebûna fiyetê mazotê, hilberînerên zeytûnan ditengijin. Hilberîneran diyar kir ku li gor sala çûyîn firotin pir kêm bûye û zeytûnên wan di dest wan de mane.    Abdulcabbar Oralê ku 15 salin hilberîneriya şaxên zeytûnan dike, diyar kir ku şaxên zeytûnan ên di serayê de diviya heta niha hatibûnan firotin. Oral, bi lêv kir ku ji ber zêdebûna Dolar û Euro hêza kirînê ya gel kêm bûye û ev yek bandorê li kirîn û firotinê jî dike. Oral got: “Li gor sala çûyîn firotin nîvî nîvî daketiye. Me sala çûyîn 50 hezar şax firotin, lê îsal hema bêje ev daketiye 20 hezar şaxî. Rewşa kar nebaş e. Di piyaseyê de pere tune ye. Dema pereyê welatiyan, gundiyan tune be zeytûn jî tu pereyî nakin û ev yek bandorê li karê me yê şaxan jî dike.”    ‘DÊ ŞAX DI DEST ME DE BIMÎNIN’    Oralî bi lêv kir ku şaxên wan di dest wan de mane. Oral, anî ziman ku wan sala çûyîn bi 10 lîreyî difirot lê belê îsal bi 5 lîreyî difiroşin, lê dîsa jî kes nakire. Oral, destnîşan kir ku niha wextê danîna şaxan e, lê belê kes nakire û got: “Dema welatî şaxan daneynin, di dest me de dimînin. Heta ji destê me tê em fiyetê wan kêm dikin, lê dîsa jî dema pere tune be kes nakire.” Oral, anî ziman ku divê hikûmet piştevaniya gundiyan bike. Oral diyar kir ku dema hikûmet destekê nede gundiyan şax jî di dest wan de dimînin û ew dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin lê belê wekî muxatap kesî nabînin.    Hilberînerê zeytûnan Îzzet Eldem jî, diyar kir ku îsal rewşa wan qet nebaş e. Eldem, destnîşan kir ku îsal hilberîn zêde ye, lê belê kes nakire. Eldem, got îsal hema bêje rêjeya firotinê li dor ji sedî 20 ye.    MA / Zuhal Atlan - Ayşe Surme