Dolar radibe 2023-05-30 11:00:51 ENQERE - Dolarê DYA’yê îro di danê sibehê de dîsa rabû û bi 20,25 lîreyan tê firotin.    Lîreyê tirk li hemberî dolarê DYA’yê her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe. Dolar îro di serê sibehê de bi 20,22 lîreyan dest bi rojê kir û niha bi 20,25 lîreyan tê firotin. Di heman demê de euro jî bi 21,70 lîreyan dest bi rojê kir û niha bi 21,86 lîreyan tê firotin.    Li Kapaliçarşiyê jî dolar bi 20,96 û euro jî bi 22,36 lîreyan tê firotin.