TL li hemberî Dolar bê qîmet dibe 2018-04-14 09:17:56 STENBOL – Lîrayê Tirk li hemberî Dolar û Euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Ev yek herî zêde bandorê li ser esnafên biçûk dike. Yek ji esnafên li Taksimê Huseyin Kiliç, bi dikana firotina klor/borekan debara xwe dike. Kiliç, diyar kir ku her TL li hemberî Dolar qîmeta xwe winda dike karê wan xera dibe û got: "Zem li ser zemê zêde dibin.  Krîza aborî li Tirkiye her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî piştî Tirkiye şer û operasyon li dervê sînor da destpêkirin û polîtikayên derve, qîmata TL ya li hemberî Euro û  Dolaran kêm dibe. Zêdebûna Dolar û Euro bandorek neyînî li ser esnaf û hemû welatiyan dike. Yek ji esnafên ku dikeve bin bandora krîza aborî yên Taksîmê ne. Esnafekî li Taksîmê Hüseyin Kiliç (26), ku dikana borek/kloran vekiriye û bi firotina klor/borekan debara xwe dike. Kiliç, diyar kir ku piştî dolar û euro zêde bû êdî nikare kar bike û karê wan her ku diçe xerab dibe.    Kiliç,  anî ziman ku ji ber êdî nikare kar bike, hatina wî kêm bûye û nikare pereyê personelê xwe bide û nikare debarê bikin û wiha got: "Êdî wekî berê turîst nayên vir. Berê turîstan pirt tişt li vir dikirîn. Hem turîst kêm bûne û hem jî mirovên xwecîhî kêm bûne. Êdî wekî berê ez nikarim borek/kloran fibiroşim. Li vir 2 oste, garsonek û tezgahdarek kar dike. Mehê nêzî 10 tl meaşê xebatkaran didim. Dîsa pereyê ceyran, xaza xwezayî, tûp, av, kîra û pereyê îşgala cih. Ji bo 3 maseyan 500 lîra heqê îşgalê didim. Lêçûna min ji hatina min gelek zêdetir e. Ez rojekê dikanê bigirim ez dê birçî bimînim. Ez 2 hezar û 500 didim borekvan, 2 hezar û 500 didim pîdevan, hezar û 600 didim garson, hezar û 700 didim dezgehan, kîra 6 hezar, heqê îşgalê 500 tl,  2 hezar tl didim îmaletxaneyê, hezar tl didim ceyranê, 350 didim avê, 600 tl didim ava îmalatê, 650 tl didim îmalata ceyrê, 300 tl didim tûp, 6 hezar didim arvan, Bi giştî nêzî 26 hezar tl lêçûna min heye. Îktîdar me bi erdê re kaş dike. Hem me birçî dihêle û hem jî dixwazin em şikir bikin. Vir ne Ozbekistan û Azerbeycan e. Çima em ne wekî Fransa û îngîlistanê bin. Çima em ji vî halî şikir bikin."    HER MEH ZEM DIKIN   Kiliç, anî ziman ku her meh alav û amûr zem dibe û wiha got: “3 meh berê tenekeya penêr bi 165 TL bû. Niha bi 180 TL ye. Pîvaz bi 1.5 tl bû niha 1.9 TL ye. Arvanê borekan 95 tl bû niha 110 tl ye. Mehek berê şekir 5 kg şekir 25 tl bû niha 30 tl ye. 11 Pakêta peçeteyan bi 30 tl bû niha 40 tl ye.  Kiliç, Li vî welati her tişt li ser dolaran pêş dikeve. Niha dolar bûye 4,15 tl.    MA / Muhammet Dogru