Karkerên Soma: Em dê li mafê xwe bigerin 2018-04-13 14:47:14   MANÎSA –  2 hezar karkerên Soma yên ji kar hatin derxistin bertek nîşanî dûrxistina kar dan û diyar kirin ku ger mafê wan neyê dayîn ew dê heta dawî li mafê xwe bigerin. Karker Îlyas Bedir anî ziman ku ger peyman pêk neyê dê li mafê xwe bigerin.    Li navçeya Samo ya Manîsayê, Înşaeta Santrala Termîkê ya Kolîn a Soma duh 2 hezar karker ji kar dûr xistin. Pişti karker ji kar hatin dûrxistin bertekên xwe anîn ziman. Karkerê Înşaetê yê Santrala Tirmîkê ya Soma İlyas Bedir, bertekên xwe bi Ajansa Mezotopamya (MA) re parve kir. Bedîr, diyar kir ku Şîrketa Taşeron a bi navê Efor Endustriyel û Şirketa Kolîn li ser peymanê li hev nekirin û piştî şîrketan li hev nekirin 2 hezar karker ji kar dûr xistin. Bedîr, anî ziman ku wan û şîrketê li hev nekir û ji ber vê yekê dest ji karê xwe berdan û kengî peyman li hev kirin dê dîsa li karê xwe vegerin. Rayedarên Firmaya Efor ji mere got dê bi firmaya sereke Soma Kolin re peymanê çêkin. Diyar kirin ku dê mexdûriyeta karkeran derbas bikin. Rayedaran diyar kirin ku dê heqê me yê meha Adarê jî bidin me. Kengî peyman pêk hat em dê dîsa li karê xwe vegerin. Kengî ku daxwazên me pêk anîn em dê tev li karê xwe vegerin. Ger ku li ser peymanê em li hev nekin heta ku em mafê xwe bistînin têkoşîna me dê berdewam bike."    Bedîr, anî ziman ku nêzî Hezar û 500 karkerên fîrmaya Eforê jî kar nakin û li qada şantiyê rawestiya ne.