Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da 2023-05-10 13:15:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Kêmiya neqdî ya xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir bû. Banka Navendî di meha dawî de 49 milyar dolar firot û mudaxaleyî piyasayê kir.    Beriya hilbijartina serokkomarî û parlamenteriyê ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin, liv û tevgera di dovîzê de jî zêde bû. Aborînas dibêjin dolar ku duh derketî 19,52 TL’an dê piştî hilbijartinê pir bilindtir bibe.    KÊMIYA DI XIZÎNEYÊ DE DERKET 417 MILYARAN   Liv û tevgera di dolar û euroyê de zêde bû û li rexa din xizîne her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide. Li gorî par, xizîneyê 4 qet zêdetir li kêmiyê daye. Li gorî daneyên “Kirariyên neqdî yên xizîneyê” ya nîsana 2023’yan a Wezareta Xizîne û Darayî; 159,1 milyar TL neqd li kêmiyê daye, neqdê derveyî faîzê jî 132,1 milyar lîre li kêmiyê daye. Li gorî vê yekê, beriya hilbijartinê di nava 4 mehan de Xizîneyê bi giştî 417 milyar TL li kêmiyê da.    MUDAXALEYA BANKA NAVENDÎ   Banka Navendî ku hewl dide pêşî li ber kurê bigire, lez da firotina dovîzê. Li gorî daneyên aborînasên  Bloombergê, Banka Navendî ji kanûna 2021’an heta nîsana 2023’yan bi giştî 177 milyar dolar firot û mudaxeleyî piyasayê kir. Bankayê di meha dawî de 49 milyar dolar pere firot û mudaxaleyî piyasayan kir.