Bi mirinê re rû bi rû dixebitin 2018-04-13 09:51:40 ÊLIH - Li Êlihê karkerên înşaatê yên bê sîgorte di înşaatan de dixebitin, ji ber kabloyên elektîrêkê yên vekirî bi mirinê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê piraniya karkerên dixebitin, ewlekariya canê wan tuneye  û bê sîgortan e. Bi taybetî di sektora înşaatê de, ji ber vê xemsariyê tim qezayên mirinê pêk tên û di sala derbas bûyî de 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 453’ê jî karkerên di sektorên înşaatê de dixebitîn bûn. Di 3 mehên dawî yên sala 2018’an de 394 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 94 jê karkerên înşaatê bûn. Karkerên înşaatê yên li Êlihê dixebitin jî sîgortayên wan tunene, ewlekariya jiyana wan di xeteriyê dene û her roj bi mirinê re rû bi rû ne.   ‘JIYANA ME ERZANE’   Emîn Bîçen ê 47 salî, diyar kir ku tu ferqa dinavbera karê înşaatê ya Êlih û rojava de tuneye û wiga axivî: “Em li rojava jî bixebitin û li vir jî bixebtin ji bo me karkerên înşaatê tiştek naguhere. Li her du cihan jî mafê me nayê dayîn. Qet nebe em liv ê derê ligel malbatên xwene. Ez li Stenbolê jî xebitîm, li wê derê jî ewlekariya canê me tuneye.”   Bavê sê zarokan Bîçen, anî ziman ku 30 salin di înşaatê de dixebite û wiha got: “Mehê 650’î kîra didim. Li Êlihê jiyan erzan xuya dike, lê weke ku tê texmîn kirin jî ne erzane. Lê jiyana me pir erzane. Sîgortaye me tuneye û bêyî ku ewlekariya canê me hebe em dixebitin.”   'EM HEQDESTÊN XWE NAGIRIN'   Bavê du zarokan Omer Fîdanci (32) ê hostayê kartonpiyer jî, diyar kir ku mehê 350 TL kîra dide û wiha axivî: “Ez necarim li gorî butçeya xwe di malekê bi cih bibin. Ez li Stenbol, Îzmîr û Enqerê xebitîm. Min li Êlihê kar nedît ez çûm van bajarên mezin xebitîm. Li ji bom in tiştek ne goherî. Cardin mesrefên me zêde dibin. Li wan deran heqdestên me  nayîn dayîn. Karkerên înşaatê bi mûceyên kêm dixebitin.”   'KOBLOYÊN ELEKTIRÎK Û SAETÊ LI ERDÊ BÛN'   Fîdanci, anî ziman ku di şertên pir zor de dixebitin û wiha bi dawî kir: “Sigorteya me tuneye û em bi mûceyek kêm dixebitin. Weke ku ev ne bes be, em bi mirinê re rû bi rû dixebitin. Valehiyên asansoran ji bo me pir xeteriyan didin avakirin, ligel vê yekê kabloyên elektîrêkê yên vekirî û saet li erdane. Tu tetbîr jî nayên girtin. Divê karkerên înşaatê ji bo mafê xwe têbikoşin. Ji bilî vê yekê tu çareseriya pirsgirêkên wan tuneye. Ger em îro daxwaz mafê xwe bikin, emê karibin xwe ji vê talokeyê xelas bikin. Ji ber vê divê em di 1’ê Gulanê de ji mafên xwe li qadan bin.”