Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû 2023-05-08 12:10:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Borsa Stenbolê de Endeksa BIST 100 di roja ewil a hefteyê de 0,74 zêde bû û bi pûana 4.433,26’an dest bi hefteyê kir.    Endeksa BIST 100 a Borsa Stenbolê ku di demên dawî de diket û ketibû bin rêjeya meha mijdara 2022’yan, di roja ewil a vê hefteyê de rabû. Endeksa BIST 100’ê ku vekirina hefteyê li gorî girtinê bi 32,50 puanan û nirxê xwe jî ji sedî 0.74 zêdetir kir, derket 4.433,26 puanan. Endeksa banqegeriyê ji sedî 0,93 û endeksa holdîngê jî ji sedî 0,92 zêde kir. Di nava endeksên sektoran de bi rêjeya 1,13’an re ragihandinê da herî zêde da qezeneckirin û bi rêjeya 0,84’an jî sektora tekstîlê da windakirin.