Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye 2023-05-01 13:46:37   STENBOL - Hêzên ked û demokrasiyê mitînga 1’ê Gulanê li Stenbolê  bi dirûşmeya “Ked a me ye, siberoj a me ye” bi coş li dar xistin.    Li Stenbolê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Hekîmên Diranan (TDB) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) mitînga 1’ê Gulanê tê lidarxistin. Mitîng bi beşdariya hêzên ked û demokrasiyê, Partiya Çepên Kesk li Qada Maltepeyê hat lidarxistin.    Mitîng bi dirûşmeya “Ked a me ye, siberoj a me ye” pêk tê û piştî meşê bi deh hezaran karker û kedkar li qadê kom bûn. Bi deh hezaran karker û kedkar bi pankartên daxwazên wan li serê ye ketin qadê.    Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir, di mitîngê de dê axaftin hatin kirin.