Jinên Amedî di 14’ê gulanê de guhertinê dixwazin: Em nikarin sifreyê deynin 2023-04-08 11:46:24 AMED - Jinên amedî ku bal kişandin ser krîza aboriyê û xizaniyê, bi gotina “Em nikarin sifreyê deynin” li bendê ne ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de guhertin çêbibe.   Jinên ku li navçeya Rezan a Amedê ya krîza aborî û xizanî kûr tê hîskirin, barê malbatên ku herî kêm 8-9 nifûsa wan heye di malên xerabûyî û du odeyên wan hene de dijîn hildigirin, di hilbijartinan de guhertinê dixwazin. Jinen ku bi xizaniyê re têdikoşin bal kişandin ku piştî erdhejê barê wan zêdetir bûye. Hin jinên ku em di kolanên Rezanê de pê re axivîn, qala rewşa xesara malên xwe, hinekan qala bihabûna xurekan, hinekan jî qala mesrefên zarokên xwe yên dibistanê kirin. Lê fikra hevpar a hemû jinan bû “guhertina hikumetê”.   Jinên ku hewldan krîzê bi rê ve bibin û berpirsyartiya malê girtine ser xwe anîn ziman ku di Meha Remezanê de zehmetiyê dikişinin ku di fitarê û paşîvê de sifreyan deynin.    BI HEZAR 500 LÎREYAN DEBAR!   Salîha Atay (41) a 14 sal in li Taxa Kaynartepeyê dijî anî ziman ku ew bi tenê bi mûçeyê astengdariyê yê hevserê xwe dijîn. Atay anî ziman ku di erdhejê de xesar gihiştiye xaniyê wê lê rapora “bêxesar” jê re hatiye dayîn û got: “Tuwaleta me serşoka me ye. Em li xaniyekî du ode hene dijîn. Ez nexweşê dil im, doktor got ji bo pîl 8 hezar lîre hatiye xwestin. Meaşê ku ez distînim hezar û 500 lîre ye. Heke ez nekarim 8 hezar lîre bidim, ma divê ez bimirim?”   ‘EM NIKARIN SIFREYÊ DEYNIN’   Atay, anî ziman ku ji ber krîzê nikarin biçin bazaran û wiha got: “Em di meha Remezanê de ne, du zarokên min hene, paşîv e, xwarine… şerme em bêjin lê hêj me goştê sor nexwariye. Em goştê mirîşkan dikirin ew jî kîloya wî bûye 60 lîre. Em perîşan in nikarin sifreyê deynin. Bi mûçeya asgarî debar nikare bê kirin lê ez bi hezar û 500’an çawa debara xwe bikim?” Atay, bal kişand ser hilbijartinên 14’ê gulanê û wiha berdewam kir: “Kî vê rewşê biguherîne dawî li vê bêedaletiyê bîne bila ew were.”   Rahîme Şaşan a dema li Taxa Mevlana Halîd a navçeya Rezanê dijî ji ber erdhejê bar kir Taxa Kaynartepeyê jî wiha got: “Em ji erdheje reviyan hatin vir. Em li vir di xaniyekî du ode de 6 kes dimînin. Xaniyekî biritûbet e. Her tişt gelek biha bûye, nikarin biçin bazarê. Êdî bi 100 lîreyî tiştek pê nayê. Kîloyeke pîvazê bûye 25-30 lîre.”   Şaşan, diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de baweriya wan bi Partiya Çep a Kesk heye û diyar kir ku guhertinê dixwazin.    NANÊ KEVIN ZÊDE DIBE   Jineke din ku nexwest navê xwe bide jî wiha got: “Erdhejê bandor li me kir, em li derve man lê neçar man ku vegerin mala xwe ya bi xesar. Em dikarin hin tiştan bikirin. Em bi alîkariyên tên kirin debara xwe dikin. Ne hesan e sifreyê ji 8 kesan re danî. Em an savarê çêdikin an jî şorbeyekê. Ma qey em dikarin biçin bazarê! Em tiştên dixwazin nikarin bikirin. Xwarina duh dixwin. Nanê cîranan dixwim. Nanê kevin ê milet dişine kom dikim.”   MA / Eylem Akdag