Mizgîniya hikûmetê karker bêkar hişt 2018-04-09 09:05:44 ÎZMÎR - Personelê Fakulteya Tipê yê Zanîngeha Egeyê Îlhan Yaman, diyar kir ku hikûmetê bi “Mizginiya Taşeron" karker ji kar dûrxistine û wiha got: "Ez bi vê pergalê betal mam. Ez û hevsera xwe wekî hev astengdar in û nikarin kar bikin." Yaman piştî ji kar hat avêtin li pêş fakulteyê dest bi çalakiyê kir.  Piştî hikûmeta AKP'ê li tevahiya Tirkiye OHAL îlan kir, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de bi deh hezaran karker û karmend ji kar dûr xistin. Dîsa bi guhertina “Rastkirina Taşeron" bi hezaran karker betal hiştin. Di bin navê “Lêpirsina ewlehiyê" bi hezaran karker ji kar dûr xistin. Hikûmetê vê carê bi navê “mizgîniya taşerona" pergalek nû danî pêşberî karkeran. Bi vê pergalê disa bi hezaran karkerên nû di karde bi cih kirin û karkerên berê ji kar dûr xistin. Yek ji karkerên ku bi "Rastkirina Taşeron" ji kar hat dûrxistin Karkerê paqijiyê yê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê Îlhan Yaman ê 13 salin karê paqijiyê dike ye. Yaman, ji ber nexweşiya kolonê 25 cm rojiyên wî birîne û tê tedawîkirin. Ji ber nexweşiyên xwe ji sedî 50 astengdar e.    EWIL MEXDÛR KIRIN Û PIŞTRE BI ZAGONAN KRAS LI MEXDÛRIYETÊ KIRIN   Yaman, anî ziman ku hikûmetê bi navê "mizgîniya taşeron" bi hezaran karker bêkar (betal) hiştin û wiha got: "Hikûmetê karker tevî malbatên wan mahkûmî birçîbûnê hiştin. 3 roj beriya kadro bê aşkerekirin feragatnameya ku em ji hemû mafê xwe biborin bi me da îmzekirin. Piştî me ev yek îmze kir, karsaz, wezareta Karên Hundir, Miduriyeta polîsan û walîtiyê lîste şand û diyar kirin ku 157 karker ji kar hatine dûrxistin.    Yaman, da zanîn ku bêyî hincetan nîşan bide ew ji kar dûr xistin û wiha got: "Em bi KHK'yan piştî 2'ê nîsanê ji kar dûrxistin. Em mexdûr kirine. Karê herî giran karkerên taşeron dikin. Lê gelek karkerên taşeron mexdûr kirin. 13 salin li vir kar dikim. Heta niha min tu sûc jî nekiriye. Ez û hevsera xwe tev asteng dar in. Em kar nekin em dê çawa debara malbatê bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Bêyî tazmînatê bidin me, bêyî karekî din bidin me em ji kar dûr xistin. Em li pêşeroja xwe nefikirin jî divê em li pêşeroja zarokên xwe bifikirin."    Yaman, piştî ji kar hat dûrxistin li ber Fakulteya Tipê ya Egeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û anî ziman ku heta dîsa li karê xwe vegere dê çalakiya xwe berdewam bike.