Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext 2018-04-08 09:26:44 ÊLIH - Bi minasebeta 28'ê Nîsanê Roja Çalakiyê ya Kurevî ya Heskif û Sûrê dê li 20 welatan hemwext çalakî bên lidarxistin. Endamê Têkiliya Navneteweyi yê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Ercan Ayboga, diyar kir ku ji hewceza Dîcleyê heta Basrayê nêzî 123 cureyên zindiyan û mîrateyên dirokî di bin gefan de dijîn.  Rêxistinên derdorê ji bo Sûr û Heskîfê rizgar bikin dê li gelek bajarên cîhanê, bi minasebeta 28'ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurevî ya Sûr û Heskifê de çalakiyan pêk bînin. Rêxistinên derdorê diyar kirin ku dê li dijî wêrankirina Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext pêk bînin.  Li Amedê Sûr hat rûxandin û li Heskifê jî dîrok di bin bendava Ilisû de dimîne. Ji bo parastina Heskif û Sûrê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Înîsiyatifa Rizgarkirina Heskifê di 28'ê Nisanê de bi minasebeta "28'ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurevî ya Sûr û Heskifê" dê li 20 welatan hemwext çalakiyan pêk bînin. Endamê Têkiliya Navneteweyi yê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Ercan Ayboga, diyar kir ku ji hewceza Dîcleyê heta Basrayê nêzî 123 cureyên zindiyan û bermahiyên dîrokî û çandî hebûna wan bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. Ayboga, anî ziman ku dê di Roja Çalakiyên Kurevî ya Sûr û Heskifê de dakevin qadan û li Sûr û Heskifê xwedî derkevin.    Ayboga, anî ziman ku warên dîrokî û çandî Sur hat rûxandin û Heskif jî ji ber bendava Ilisu di bin avê de tê hiştin û wiha got: "Dê li 5 nokteyên cuda yên Almanya çalakî bên lidarxistin. Di van çalakiyan de tê talankirin û wêrankirina Sûrê bibe rojev. Ji Almanya heta DYA'yê û ji Îranê heta Iraqê dê li 20 welatan çalaki be lidarxistin. Berê me gelek çalakî pêk anîn. Hemû bi bandor bûn. Piştî me çalakî pêk anîn hikûmetan teminatên xwe yên krediyan paşve kişand.   Bere ji bo Heskifê çalakiyên me çawa bi bandor bûn, em armanc dikin ku dîsa çalakiyên me wisa bi hedef bin. Her sal em 28'ê Nîsanê Roja çalakiyên Heskif û Sûrê pêk tînin. Hemû bangên me encam digirin. Em hevî dikin ku ev çakayiên me jî encam bigirin. Em dê di 28'ê Nîsanê de bi çalakiyên xwe daxwazên xwe bi hemû cîhanê re parve bikin. "   Ayboga, anî ziman ku her dengekî ji bo Heskif û Sûrê bilind bibe dê rê li pêş xerakirin û talankirina Sûr û Heskifê bigire. Ayboga bang li her kesî kir ku her kes dengê xwe tev li vî dengî bike.    MA / Metin Yoksu