‘Lêpirsîna ewlehiyê’ veguherî qirkirina karkeran 2018-04-04 14:05:20 AMED – Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Amedê bertek nîşanî “birêkûpêkkirina taşeron” a ku bû sedema 722 karker ji kar derbixin da û pergala “lêpirsîna ewlehiyê” şermezar kir.  Hikumetê di çarçvoya Rewşa Awarte (OHAL) de Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a hejmara 696 derxist û bi vê KHK’ê re “birêkûpêkkirina taşeron” anî. Di encama vê “birêkûpêkirina taşeron” de 722 endamên sendîkaya Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeyên wê dixebitîn ji kar hatin derxistin. Şaxa Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Amedê bi civînek çapemeniyê derxistina ji kar a karkeran şermezar kir. Civîn li avahiya Şaxa Genel-Îş’ê pêk hat. Sekreterê Genel-Îş’ê ya Amedê Hasan Hayrî Eroglu axivî û diyar kir ku di bin navê “lêpirsîna ewlehiyê” de qirkirina herî zêde ya karkeran li Amedê qewimî û diqewime.    ‘NE HIQÛQÎ YE’    Eroglu gotinên rayedarên hikumetê yên der barê ji bo mafê karkeran bibîr xist û derxistina ji kar a karkeran mexdûriyet pêk tê, di aramiya tu civak nîne û ev pêkanîn ne li gorî rêgezên dewleta civakî ye. Eroglu da zanîn ku derxistina ji kar li dijî hiqûqê ye û got: “Heke tewanbariyek hevalên me karker hebe, yên ku biryara ji kar derxistinê bide ne şaredarî ye, dadgeh in. Tenê derxistina ji kar spartine agahiyên îstîxbaratê û bi sedan ji kar derxistin. Ne hiqûqî ye, ne edaletiye û ne jî wîjdanî ye.”    Eroglu bibîr xist ku berê jî qeyûm bi ser hezar û 500 karkeran re ji kar derxist û wiha got: “Karker di bin navê ‘lêpirsîna ewlehiyê’ de ji kar hatin derxistin. Ji şaredariya mezin 242 karker, ji DÎSKÎ’yê 76 karker, ji şaredariya Rezanê 255, ji şaredariya Yenîşehîrê 46, ji şaredariya Sûrê 42, ji şaredariya Erxenî 56 û ji şaredariya Hezroyê jî 5 karker ji kar derxistin.”