Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin 2018-04-02 09:31:04 EDENE - Nûnerê Herêma Çukurova yê DÎSK'ê Huseyîn Yaşar Gundogdu, diyar kir ku daneyên TUÎK'ê yên betaliyê rastiyê nîşan nade û wiha got: "Mirov tenê li rewşa Edeneyê binere dikare rewşa tevahiya Tirkiye ya betaliyê texmîn bike. Rêya xelaskirina betaliyê di guhertina desthilatdariyê re derbas dibe.  Li gorî daneyên Saziya Îstatîstikan a Tirkiye (TUÎK) heta cotmehê ya 2017'an 3 milyon û 287 hezar kes betal bûn. Ji bilî daneyên îstatîstîkan bi milyonan kesên betal ên li dervê qeydan jî hene. Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DİSK-AR), li Tirkiye hêjmara mirovên betal 6 milyon û 190 hezar e. Ev jî nîşan dide ku rêjeya betaliyê li Tirkiye ji sedî 18.3 ye. Nûnerê Herêma Çukurova yê DÎSK'ê Huseyîn Yaşar Gundogdu, diyar kir ku daneyên TUÎK'ê yên betaliyê rastiyê nîşan nade û wiha got: "Mirov tenê li rewşa Edeneyê binere dikare rewşa tevahiya Tirkiye ya betaliyê texmîn bike. Rêya xelaskirina betaliyê di guhertina îktidarê re derbas dibe.   ‘LI KOLANAN KAR TUNE    Gundogdu, anî ziman ku bi taybetî li bajarekî mîna Edene ku bajarê sanayê ye, rêjeya betaliyê gelek di ser rêjeya TUİK'ê re ye û wiha got: “Bajarê Edene wekî bajarê sanayê tê zanîn. Lê di salên dawî de karker koçî dervê bajar dikin. Di betaliyê de piştî Amed û Şirnex Edene ketiye rêza 3'emîn. Mirov li rewşa Edeneyê binere dikare rewşa Tirkiye ya betaliyê bibîne. Li Edeneyê razemenî tune ye. Li herêma Çukurovayê çandinî li ber xelasbûnê ye. Êdî artêşa karkerê betal pêş dikeve. Ji ber ku hikûmet êdî her tiştî ji derve digere êdî rençberan dest ji karê rençberiyê berdaye. Niha li Edeneyê tenê sektora înşaetê heye. bi taybetî piştî şerê li Sûriye betalî gelek zêde bûye. Bi milyonan mirovên ji Sûriye hatin Tirkiye bi keda erzan, bê sîgorta û zêde dixebitin."     ‘RÊYA ÇARESERIYÊ GUHERTINA ÎKTİDARÊ YE'   Gundogdu, anî ziman ku pirsgirêka betaliyê û aboriyê bi vê îktidar û hikûmeta heyî çareser nabe û wiha got: "Çareseriya pirsgirêka betaliyê bi guhertina îktîdarê pêkan e. Wekî DÎSK'ê daneyê di destê me de gelek bilind e. Em wisa difikirin ku ev rêje bêtir bilind bibibe. Ji bo vê yekê jî divê îktidar biguhere. Tu polîtîkaya îktîdarê ya pirsgirêka betaliyê çareser bike tune ye. Em dizanin ku dê di karê taşeronbûnê de zêdebûnek çê bibe. Li Tirkiye herî zêde ciwan û jin betal in. Ji taybetî jinan betal dihêlin û wan li malê girê didin. Polîtîkaya îktîdarê ya li ser jinan taybet e Di milê kar de ked û xebata jinê nabîne.    MA / Ergîn Çaglar