KESK: Têkoşîna me dê bidome 2018-03-31 14:51:26   MÊRSÎN - Endamên KESK’ê, ji bo hevalên wan ên hatin îxraç kirin, paşve vegerin karê xwe û OHAL bê rakirin, banga têkoşîna hevpar kirin.    Platforma Şaxa KESK’ê ya Mêrsînê, ji bo hevalên wan ên hatin îxraç kirin, paşve vegerin karê xwe û OHAL bê rakirin, li Parka Zaroka Azad çalakiya xwe ya heftane pêk anî. Endamên KESK’ê pankarta “Bila OHAL rabe, bi lezgînî demokrasî û em karê xwe paşve dixwazin” vekirin û dirûşme berz kirin. Endamên KESK’ê, gelek kesên hatibûn îxraçkirin beşdarî çalakiyê bûn.    Serokê Şaxa Egîtîm Senê Sînan Muştu, di çalakiyê de axivî û li dijî îxraç û OHAL’ê banga têkoşîna hevpar kir.  Muştu, xwest OHAL bê rakirin û wiha got: “Em dixwazin kesên hatin îxraçkirin paşve vegerin karê xwe. Emê keda xwe terkî AKP’ê nekin. Em ê heya dawiyê têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî, wekhevî, azadî û laîktiyê berdewam bikin.”