Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e 2023-01-20 14:23:45   AMED – Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê têkildarî heyama yekemîn ya sala perwerdehiya 2022-2023’yan raporek parve kir û da zanîn ku perwerdehiya li dibistanan tê dayîn ji zanist û perwerdehiya zimanê zikmakî dûr e.     Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) yên şaxên Jimara 1’an û 2'yan ên Amedê têkildarî heyama yekemîn ya sala perwerdehiya 2022-2023’yan li avahiya xwe ya li semta Ofîsa Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin û raporek parve kirin. Hevserokê Şaxa Jimara 2’yan a Egîtîm Senê Hasan Çitrik rapora amade kiribûn xwend. Di raporê de hat diyarkirin ku polîtîkayên bêçareseriyê yên pergala perwerdehiyê berdewam dikin.    Çitrik destnîşan kir ku tevgerên desthilatdariya siyasî û Wezareta Perwerdehiya Milî (MEB) bi dûrxistina têgihiştina ji demokratîkî, giştî û zanistî ya perwerdeya bi zimanê dayikê, kêmbûna kalîteya perwerdehiyê bi lez kirin. Çitrik da zanîn ku pergala perwerdehiyê ji wekheviya zayendî dûr e û her ku diçe di bin zext û kontrola tund a desthilatdariya siyasî û îdeolojiya serdest de ye. Çitrik wiha axivî: “Kêşeya aborî ya her ku diçe kûrtir dibe, zêdebûnên bê rawestandin, enflasyoneke rastîn ya sê hejmarî û hêza xerîdar (muşterî) a her roj kêm dibe û ji ber vê yekê gihîştina xwarinên bingehîn jî zehmet dibe. Di van şertên ku xwarin ji bo zarokan girîng e de, buhayê madeyên xwarinê yên bingehîn wek şîr, hêk, penêr, zeytûn û hwd 3-4 qat zêde bûye. Di van şert û mercan de malbatên ku divê rojane xwarineke cuda ji zarokên xwe re amade bikin, nikarin goşt, şîr, fêkî, hêk, penêr û zeytûn û hwd. bikirin.”   Çitrik di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Eşkere ye ku pirsgirêkên di pergala perwerdehiyê de ji pêşketinên aborî, civakî û siyasî yên li welêt qut nîne. Egîtîm Sen bi biryar e ku ji bo mafê perwerdehiya giştî, zanistî, demokratîk û laîk û bi zimanê zikmakî têkoşîna xwe bênavber bidomîne.”