Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir! 2023-01-06 14:18:37   AMED - Li gorî daneyên TÎM’ê, di sala 2022’yan de Amediyên bi bihayê 294 milyon û 851 hezar dolaran îxracat kiriye. Ji îxracata hatiye kirin 120 milyon û 480 hezar dolar jê bo Iraqê û 28 milyon û 379 milyon dolar jî bo Îranê hatiye kirin. Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku ji ber sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê, îxracata ber bi Îranê ve zêde bûye.    Serokê Lijneya Rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) Mehmet Kaya têkildarî daneyên Meclisa Îxracatvanan a Tirkiyeyê (TÎM) ên sala 2022’yan nirxand.    Kaya da zanîn ku li gorî daneyên TÎM’ê yên sala 2022’yan Amedê ber bi çar aliyên cîhanê ve bi bihayê 294 milyon û 851 hezar dolaran îxracat kiriye û wiha got: “Di sala 2021’an de 231 milyon û 252 hezar dolar bû. Lê ev rêjeye di sala 2022’yan de ji sedî 27,5 zêdetir bû û bû 294 milyon û 851 hezar dolar. Di nava bajarên herî zêde îxracat dikirin de Amed di rêza 48’an de bû lê ji sedî 27,5 zêde kir û kete rêza 45’an.”    JI SEDÎ 50’Î DERBAS KIR   Kaya, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt anî ziman: “Amedê herî zêde bo Iraqê îxracat kir. Li gorî salên berê ev îxracat ji sedî 8,5 zêdetir bû û derket 120 milyon û 480 hezar dolaran. Di rêza duyemîn de jî Îran tê ku Amedê bi bihayê 28 milyon û 379 milyon dolaran îxracat kir. Li gorî lêkolînan, gelemperiya transîtên ji Îranê re tên şandin derbasî Iraqê dibin. Sedema vê jî sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê û cotbaciya li hundirê Iraqê ye. Piştî Îran û Iraqê, herî zêde bo Çîn, Tacikîstan û Îsraîlê îxracat hatiye kirin. Her wiha di sala 2022’yan de yek ji bajarên ku herî zêde Amedê tişt lê îxrac kirin jî Federasyona Rûsyayê ye. Di sala 2021’an de bi bihayê 127 hezar dolaran îxracat hatibû kirin lê ev reqem di sala 2022’yan de bû 9 milyon û 927 hezar dolar. Tevlibûna îxracatvanên me ya li bazarên Rûsyayê pêşketineke girîng e. Îxracata bajarê me ya ji bo Çînê ji sedî 38,5 ket û bû 25 milyon û 881 hezar dolar. Vê yekê jî bandoreke neyînî li ser sektora mandevaniyê ya li bajarê me kir.    HERÎ ZÊDE JÎ MADEYÊN KÎMYEWÎ HATIN ÎXRACKIRIN   Dema em ji hêla sektorî ve lê dinihêrin, di sala 2022’yan de li Amedê herî zêde sektora Made û Mamûlên Kîmyewî îxracat kiriye. Vê sektorê bi bihayê 57 milyon û 531 hezar dolaran îxracat kiriye û piştî wê jî metalên hesin û derveyî hesin kiriye ku ew jî 46 milyon û 657 hezar dolar e. Di rêza seyemîn de jî sektora berhemên madenvaniyê ne ku bi qasî 40 milyon û 144 hezar dolar hatiye kirin.”    Bi domdarî Kaya got ku sektora tekstîlê li Amedê pêş ketiye û para wê ya di îxrackirinê de zêde bûye.