Karkerên DHL'ê: Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike 2017-10-09 09:27:06 STENBOL - Ji ber ku endamên TUMTÎS'ê bûn bi hinceta "Girtina beşê" 9 karkerên DHL'ê ji kar hatin avêtin, 85 roj e çalakiya wan dewam dike. Karker ji mehên havînê vir ve di berxwedanê de ne û gotin ku "Em ber bi zivistanê ve diçin, lê em li vir nacemidin. Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike." 9 karker piştî bûn endamê Sendîkaya Karkerên Hemû Kişandinan (TUMTÎS)) a girêdayî Turk-Îşê, bi hinceta "Girtina beşê" ji kar avîtin. Lê karker bi mehan e di berxwedanê de ne. Di 17'ê Tîrmehê de karkeran li ber Miduryeta Giştî ya DHL Exresê dest bi çalakiyê kir, havîn li dû xwe hiştin û niha beyî ku bêjin berf, baran û bahoz têkoşîna xwe dewam dikin.    Bavê 2 zarokan Ferhat Sonmez (35) da zanîn ku wan rojên germ ên havînê li du xwe hiştiye û niha jî hewa sar bûye rojên zehmet li benda wan e. Sonmez diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê çalakiya xwe dewam bikin û wiha got: "85 roj e em li ber xwe didin. Bi enerjiya roja destpêkê em her sibehê saet di 08.00'an de tên vir û heta êvarê li vir dimînin." Sonmez eşkere kir ku beyî ku navberê bidin çalakiya xwe dewam dikin, heta niha bi tevlêbûna sendîkayên navneteweyî 3 daxuyaniyên mezin ên çapemeniyê li darxistine. Sonmez diyar kir ku bi çalakiyê re karker her roj xwe bi rêxistin dikin, li dijî vê rêveberiya DHL'ê jî pêşî li rêxistinkirina karkeran digire. Sonmez bi lêv kir ku bi taybetî rêveberên DHL'ê karkerên endamên sendîkayan e hilnabjêrin û wiha pê de çû: "Dibêjin ku heke hûn ji sendîkayan îstifa bikin em ê we terfî bikin. Me li dijî vê ber xwe da, dê karker hêj zêdetir xwedî li sendîkayan derkevin." Sonmez bang li karkeran kir û piştrast kir ku sendîka maf e û xwest vî mafê xwe biparêzin.   'KARKERÊN EMBARÊ PIŞTGIRÎ DIDIN'   Serkan Yildiz ê 35 salî jî bavê 2 zarokan e, destnîşan kir ku mehê hezar û 530 TL perê kirê dide, lê bi maeşê bê kariyê nikarin debara xwe bikin. Yildiz da zanîn ku wan têkoşîneke demdirêj daye pêşberî xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Karkerên embarê di warê aboriyê de piştgiriyê didin me. Heke bi vî awayî pişgirî bidome, dê berxwedan bi serkeftinê bi encam bibe. Me rojên germ li du xwe hiştin, rojên serma tên, lê dê agirê berxwedanê dilê me germ bike." Yildiz destnîşa kir ku karkerên Kod-A qasî 200 metreyî dûrê wan in û ew jî piştgiriyê didin wan piştrast kir ku heke karker yekitiya xwe mezin bikin tu hêz nikare li pêşberî wan bisekine.   ÇI QEWIMÎ BÛ?   2 karker piştî bûn endamê TUMTÎS'ê bi hinceta "Girtina beşê" di 9'ê Hezîranê roja Înê, ji Şaxa Balafirgeha Ataturkê a DHL Expressê hatibû avêtin. Karker ji bo vê yekê şermezar bikin, di 12'ê Hezîranê de li br Miduryeta Giştî ya li Guneşliyê daxuyanî dabûn. Piştre 7 karker jî ji kar hatibûn avêtin. 9 karkerên ji kar hatin avêtin, di 17'ê Tîrmehê de li ber Miduryeta Giştî ya DHL Expressê dest bi çalakiyê kirin.