Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan 2022-07-16 10:02:19   AMED - Li Amedê gelek welatî bi berhemên çandiniyê yên Baxçeyên Hewselê debara xwe dikin. Ji van welatiyan Melek Ozdemîr diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî gelek zehmetiyan dikişînin û hêza kirînê kêm bûye.    Li Amedê yek ji deverên herî zêde ji bo çandiniyê guncav jî Baxçeyên Hewselê yên Sûr a Amedê ne. Baxçeyên Hevselê cihekî dîrokî û bi nav û denge. Bi sedan welatiyên amedî li vê derê karê çandiniyê dikin û debara xwe bi vî awayî dikin. Ji rihanan heta pûng, bacan, bexdenûs û çandiniya gelek zerzewat û hêşinahiyên din li vê derê tên kirin. Gelek şêniyên Amedê jî van berheman li bazar û kolanên Amedê difiroşin û debara xwe bi vî awayî dikin.    Yek ji welatiyên vî karî dikin jî Melek Ozdemîr e ku ev 25 sal in vî karî dike. Ozdemîr, da zanîn ku krîza aborî bandoreke neyînî li wan kiriye û bi zor û zehmet heqê nanê xwe derdixînin.      KOM KIRIN Û FIROTINA BERHEMAN    Ozdemîr, anî ziman ku di demên berê de wan jî li Baxçeyên Hewselê çandinî dikir lê niha ji ber bêderfetiyan nikarin bikin û wiha dom kir: “Em berhemên kesên çandiniyê dikin dikirin û li Sûrê difiroşin. Hevjînê min 6 sal berê wefat kir û ez debara malê dikim. 6 zarokên min hene û ji wan 2 alîkariyê didin min. Min berê çandinî dikir lê niha nakim. Pirparê li derve kom dikim, rihan, bexdenûs û pûng jî ji nava baxçeyan dikirim û li vê derê difiroşim. Lê zabitayên şaredariyê destûrê nadin. Gelek caran me asteng dikin.”    ZIVISTANÊ TÛZIK HAVÎNÊ JÎ RIHAN Û PÛNG DIFIROŞ E    Bi domdarî Ozdemir bi lêv kir ku çandinî û komkirina berheman karekî zehmete û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema me çandinî dikir, seat 5’î serê sibê diçûn nav baçxeyan û heta saet 12’an dixebitin. Karekî zehmet bû lê ji bilî wê tu karek di destê me de nîne. Min çavê xwe vekirî heta niha vî karî dikim. Em debara xwe bi vî karî dikin. Di demsala zivistanê de em tûzikan difiroşin, di havîn û biharan de jî sîr, tû, rihan, pûng û hwd. difiroşin. Bi vî awayî debara xwe dikin.”    'BANDORA KRÎZA ABORÎ’   Ozdemîr, di berdewamê de bal kişand ser krîza aborî û axaftina xwe wiha qedand: “Her tişt pir biha bûye û mirov nikare debara xwe bike. Ji bo girêdana hêşinahiyê hewceye pakêtên plastîk ên 60 TL hewce ne. Pakêteke poşetan jî 37 TL ye. Anku bihayê wan 2 heta 3 qet zêdetir bûye. Em bi zor û zehmet heqê nanê xwe derdixînin. Ji ber krîza aborî kesek nikare tiştekî bikire. Ne wekî berê ye. Lê dîsa jî ji destvekirinê baştir e.”      MA / Mahmut Altintaş