Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir 2022-06-03 10:42:43   ENQERE - Li gorî daneyên ENAG’ê, enflasyona salane di meha gulanê de ji sedî 160 derbas kir.    Koma Lêkolîna Efnlasyonê (ENAG) rêjeya enflasyonê ku her meh hesab dike bi raya giştî re parve kir. Li gorî vê yekê, daneyên enflasyonê yên salane ji sedî 160 derbas kir.    DANEYA ENFLASYONÊ JI SEDÎ 160 DERBAS KIR   Endeksa Bihayê Mezêxer (E-TUFE) a ENAGrupê di meha gulanê de ji sedî 5.46 zêde bû.   Rêjeya zêdebûna E-TUFE’yê ya 12 mehan jî weke 160.76 hat diyarkirin.    ENFLASYON LI GORÎ MEHÊN BERÊ ZÊDETIR BÛ   Endeksa Bihayê Mezêxer di meha nîsanê de diyar kiribû ku zêdebûna di E-TUFE’yê ya di 12 mehan de ji sedî 156, 86 e û enflasyona salane jî ji sedî 8,68 e.    BIHABÛN HERÎ ZÊDE DI XANIYAN DE ÇÊBÛN   Di rapora ENAG’ê de wiha hat gotin: “Dema komên jêr ên TUÎK’ê esas tên girtin, kêmbûna mehane ya herî kêm bi -41’ê re di ragihandinê de û herî zêde jî bi ji sedî 12,49’an ve di xaniyan de çêbûye.”