Aborîzan Katircioglu: Wê xizan xizantir bibin 2017-10-07 09:04:59 STENBOL – Aborîzan Erol Katircioglu, rêjeyên zemkirina bacan ku hikûmet dixwaze bi “kirîna çekan” kêmatiya xwe ya budçeyê bigire û gotinên hikûmetê yên ku dibêje ew ê ambargiyê deyne ser Kurdistana Federe nirxandin. Katircioglu diyar kir ku aqûbeta vê polîtîkayê enflasyoneke bilind e û dê welatiyên ku dahata wan kêm e bêtir xizan bibin.  Hikûmet hewl dide ku ji sedî 40 Baca Wesayîtên Bimotor (MTV) û Baca Mezêxiya Taybet (OTV) zêde bike. Piştî daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên di vî warî de bertek zêde bûn. Aborîzan Erol Katircioglu, daxuyaniyên rayedarên hikûmetê ku diyarkiribûn ew ji bo “çekên nû bikirin” û “kêmatiya budçeyê” bacan zem dikin û daxuyaniyn der barê ku dê ambargoyê deynin ser Kurdistana Federe nirxandin. Katircioglu diyar kir ku aqûbeta vê polîtîkayê enflasyoneke bilind e û dê welatiyên ku dahata wan kêm be bêtir xizan bibin.    Katircioglu, dest nîşan kir ku di aboriyê de hevseng xera bûne û wiha got: “Xerabûna têkiliyên bi rojava re û tengasiyên di warê temînkirina çekan de, di warê pîşesaziya parastinê de hikûmetê ber bi veberhênaniyên mezin ve dibe. Ji xwe Berdevkê Hikûmetê Mahir Unal daxuyand ku mebesta hikûmetê ya bi bacên MTV’ê çî ye. Unal got ‘heke ji bo pîşesaziya parastinê çavkaniyeke din bê dîtin ew ê zeman daxin.’ Yanî sedema daxuyandina rêjeya ji sedî 40, ji bo pîşesaziya parastinê peydakirina çavkaniyekê ye. Wisa dixuyê veberhênaniyên ku ji bo pîşesaziya parastinê bên kirin, wek desteka ji bo pêşvebirinê nîşan dide. Halbûkî veberhênaniya ji bo parastinê, bi tu awayî piştevaniya aboriyê nake, tersê wê, wê bi paş ve dibe.”    'WÊ GIRANIYÊ BIDIN ŞER’    Katircioglu, bi bîr xist ku di çêkirina çekan de dibe ku dahateke aborî bê afirandin, lê belê piştî ku çek bê çêkirin tu dahateke aborî ne pêkan e û wiha got: “Ji van daxuyaniyên hikûmetê jî dixuyê ku dê di pêşerojê de giraniyê bidin aboriya şer.”    'WÊ KÊMATIYA BUDÇEYÊ ZÊDE BIBE’    Katircioglu, diyar kir ku heta niha hikûmeta AKP’ê di warekî de serketî ye û ew jî “dîsîplîna budceyê” ye. Katircioglu wiha got: “Bi rastî jî beriya sala 2002’yan ku AKP bibe îktîdar disiplina budçeyê tim xera dibû û gel bi rijeyên bilind bac didan. ‘Hevsenga budçeyê’ ku bi polîtîkayên Kemal Derviş pêk hat, paşê ji aliyê hikûmetên AKP’ê ve jî hat domandin. Lê belê, geşedanên piştî 2016’an nîşan dide ku dîsîplîna budçeyê ji dest çû û wek unsûreke rîskî ya girîng li pêş me disekine.”   'ÎKTÎDAR HIŞ XWARIYE’    Katircioglu, der barê daxuyaniyên hikûmetê ku piştî referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Federe dibêje ez ê ambargoyê deynim ser herêmê de jî wiha got: “Heke ambargoyê deyne ser Herême Kurdistana Federe dê li cîhanê buhayên petrolê zêde bibin.” Katircioglu ji bo gotinên Serokomar Erdogan ku gotibû ‘em ê vanayê bigirin’ jî gotinên Serokê Dewletê yê Rûsyayê Pûtîn ku got ‘Divê li ser Kurdistanê vana neyên girtin’ bi bîr xist û wiha got: “A rast ev bersiv bersiveke aqilane bû. Lê mixabin di vî warî de wek ku hiş xwaribe Tirkiye diaxive. Ambargoya ku behsa wê tê kirin ji bo aboriya tirk çavkaniyeke girîng e. Bi ya min ev polîtîka di warê rasyonelîteya aborî û siyasî de şaş e. Çimkî mirovên wê herêmê û kurdên ku hemwelatiyên me ne, xizmên hev in. Ambargoya ku li hemberî wan pêk bê, a rast li hemberî welatiyên me pêk tê.”