Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin 2022-05-01 11:42:47   STENBOL - Tevî astengiyan jî gelek karker, kedkar û xwendekaran xwest biçin Qada Taksîmê. Polîsan êrişî kesên xwestin biçin Taksîmê kirin û gelek kesan binçav kirin.    Îro 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê ango Cejna Karkeran e. Bi wesîleya rojê hemû rêyên derdikevin Qada Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Her wiha kolanên ku derdikevin Cadeya Îstîklalê jî hemû hatine girtin. Tevî van astengiyan jî grûpên rêxistinên kedê û xwendekaran li nokteyên cuda kom bûn û ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan.    Endamên Partiya Şoreşger li rawestgeha metroya Osmanbeya Şîşliyê li hev kom bûn û ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan û dirûşm berz kirin. Polîsan pêşiya meşa grûbê girt û nêzî 10 kesan binçav kir, li wan dan û destê wan ji paş ve kelemçe kirin.    ROJNAMEVANAN JÎ BINÇAV KIRIN    Nûçegihanê me Dogan Kaynak û nûçegihana JinNewsê Rozerîn Gultekîn ên ku meşa karkeran dişopandin jî li gel karkeran hatin binçavkirin. Polîsan kelûpelên rojnamevanan kontrol kirin û piştî kêliyekî wan berdan.    Komîteyên Ciwanan jî tevî astengiyan xwestin ji Beşîktaşê bimeşin Qada Taksîmê. Polîsan destûr neda ciwan û xwendekaran û gelek xwendekaran binçav kirin.    ENDAMÊN TOP’Ê HATIN BINÇAVKRIN    Endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) bi berzkirina dirûşman xwestin bimeşin Qada Taksîmê. Lê polîsan êrişî endamên TOP’ê kirin û Berdevka Demê ya TOP’ê Perîhan Koca jî di nav de gelek endamên TOP’ê binçav kirin.    Ji kolanên Harbiyeya Şîşliyê 12 kesên xwestin derkevin Qada Taksîmê jî bi êrişa polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin.