Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e 2022-04-29 09:04:20 DÊRSIM - Gorkem Ozdal anî ziman ku krîza aborî û polîtîkayên şer sewalvanî qedandiye û çareserî di pergala demokratîk de ye  Ji ber polîtîkayên nebaş ên aboriyê ku iktidara AKP-MHP’ê bi rê ve dibe her roj krîza aborî kûrtir dibe, xelk feqîr dibe û bêkarî zêde dibe û hilberandin jî kêm dibe. Cotkarî û sewalkarî hatiye asta qedandinê. Gorkem Ozdal ê ku beşa rojnamevaniyê li Zanîngeha Firata Xarpêtê qedand piştî mezûn bû li gundê xwe Kewê yê bi ser navçeya Pertaga Dêrsimê ve dest bi xwedîkirina pez kir. Ozdal dibêje ew 25 salî ye û wî bi çend mih û bizinan dest bi vî karî kiriye lê îro pezê wî bûye keriyek û ji 400 seriyan pêk tê.  Ozdal destnîşan kir kuji ber polîtîkayên şaş ên îktidarê li Tirkiyeyê cotkarî, çandinî, sewalkarî û hilberandin hatiye asta qedandinê û ev krîz jî ji ber îktidar nikare welat bi rê ve bibe pêk tê. Ozdal anî ziman ku rêya rizgariya ji krîzê bi guhertina îktidarê û guhertina pergalek demorkatîk û azadîxwaz pêkan e.    MA / Cengîz Ozbasar