Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin 2022-04-18 14:10:35   STENBOL - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum bertek nîşanî êrişa polîsan a li ser daxuyaniya 1’ê Gulanê da û wiha got: “Hûn çiqas êriş dikin bikin lê dîsa jî dê li her devera Tirkiyeyê 1’ê Gulan bi tevlibûneke xurt were pîrozkirin.”   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê xwestin li Taksîm Kazanci Yokuşuyê deklarasyona 1’ê Gulanê aşkera bikin lê polîsan êrişî daxuyaniyê kir. Di daxuyaniyê de Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr, Cengîz Çîçek, parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu û gelek kes amade bûn. Polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Beyogluyê nehêlan ku daxuyanî bê dayîn. Beşdaran israr kir ku daxuyaniyê bidin û li ser vê yeke polîsan êrişî rojnamegerên ku nûçe dişopandin kir û ji qadê dûr xistin.    JI PIŞT VE KELEMÇE KIRIN Û BINÇAV KIRIN   Polîsan piştre jî beşdarên daxuyaniyê dorpêç kirin û Hevberdevkên HDK’ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Hevserokê HDP’ê Ferhat Encu, Erkan Tepelî, Atîlla Ozdogan, Mehmet Saît Bor, Besra Îşsever, Sedat Şenoglu, Mehmet Karadag û gelek kes ji pişt ve kelemçe kirin û binçavkirin.    BANGA BO 1’Ê GULANÊ   Li ser vê yeke parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum bertek nîşan da û wiha got: “Destûr hatiye dayîn ku 1’ê Gulanê were pîrozkirin. Lê ji bo ku bi girseyî derbas nebe, pêşî li amadekariyên wê digirin. Em ji bo bîranîna karkerên di sala 1977’an de hatine qetilkirin hatibûn vê derê. Ev feraseta ku şert û mercên xulamtiyê li karker û kedkaran ferz dikin û wan jinedîtî ve tên, ev feraseta ku sermayedaran diparêze, nahêle em wan bi bîr bînin. Mebesta me ya ji vê bîranînê ew bû ku êdî komkujî neyên kirin. Destûra pîrozkirina 1’ê Gulanê hate dayîn lê destûra daxuyaniyê nayê dayîn. Hûn çiqas qedexe dikin bikin lê belê dê 1’ê Gulanê li her devera Tirkiyeyê bi coş û tevlibûneke xurt bê pîrozkirin. Banga me ji bo her kesî ew e ku li dijî van binçavkirin, terora polîsan û astengiyan, di 1’ê Gulanê de beşdarî mitînga me ya li Qada Maltepeyê bibin. Ji bo mafê karker û kedkaran, ji bo aştî, edalet, wekhevî û azadiya jinan; banga me ji her kesî re ew e ku beşdarî 1’ê Gulanê bibin.”