HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL 2022-04-15 14:01:17   ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan teklîfa qanûnê ya partiya xwe bi civîneke çapameniyê aşkere kir û diyar kir ku ji bo kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL, teklîfa qanûnê dane Meclisê.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berpirsyarê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Garo Paylan teklîfa qanûnê ya partiya xwe ya derheqê mûçeyê teqawidan de li Meclisê bi civîneke çapemeniyê aşkere kir. Paylan, teklîfa qanûnê ku tê gotin divê îkramiyeyên cejnê û kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL pêşkeşî Meclisê kir.    Paylan, da zanîn ku îkramiyeyên cejnê û mûçeyê teqawidan kêm e û wiha got: “Ji bo ku heqdestê wan zêdetir bibe, me teklîfa qanûnê pêşkeşî Meclisê kir. Niha kêmtirîn mûçeyê teqawidan 2 hezar û 500 lîre ne. Lewma jî teqawid nikarin debara xwe bikin. Di nava 4 salan de li îkramiyeyên cejnê yên teqawidan tenê 100 lîre zem hatiye kirin. Kêmtirîn heqdest, di bin sînorê birçîtiyê de ye. Ji bo ku kêmtirîn heqdest bibe 5 hezar TL, me teklîfa qanûnê de Serokatiya Meclisê. Sînorê xizantiyê niha 16 hezar TL ye. Lewma nayê qebûlkirin ku îkramiyeyên teqawidan 500 lîre yan jî 2 hezar lîre bin. Ne pêkane ku bikarin bi vî pereyî bijîn.”