Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da 2022-04-14 16:47:02   ÊLIH - Îbrahîm Bozkûrt ê li Êlihê di tankereke vala de karê qeynakê dikir, di teqînê de jiyana xwe ji dest da.    Îbrahîm Bozkûrt (57) ê li Êlihê dema dema tankera sotemeniyê ya vala ku aydê şîrketeke nakliyatê qeynak dikir, di encama teqîna rû dayî de jiyana xwe ji dest da. Bozkûrt ê giran birîndar bû, li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Bozkûrt, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê hate kirin, li Goristana Asrî ya Êlihê hate veşartin.